HRE'yê bersiv da êrîşan: 1 jê fermandar 6 leşkerên Tirk hatin kuştin

Di çalakiyên HRE'yê de yên li Bab, Şera û Ezazê, ku li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker hatin lidarxistin, yek jê fermandar herî kêm 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 11 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di 5, 6 û 7'ê Tebaxê de li dijî dagirkeran çalakî kirine. Li gorî daxuyaniyê agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

"Li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku her roj li hember heremê me têne kirin, di rojên 5, 6 û 7'ê Tebaxê de, li herêmên Bab, Şera û Ezazê ji aliyê hêzên me ve çalakiyên bersivdayînê hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;

Di roja 5’ê Tebaxê de, li herêma Babê, di baregehek artêşa Tirk a dagirker de kamerayek mobese û termalek hatin îmhakirin.

Di roja 6’ê Tebaxê de, li gundê Enabkê yê girêdayî navçeya Şerayê, li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Her wiha di vê çalakiyê de derb li tankek û 3 obîs hatin xistin.

Di roja 7’ê Tebaxê de, li gundê Kil Cibrîn ê bajarokê Ezazê, li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 1 ji wan fermandar 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 7 leşker jî birîndar bûn. Her wiha depoya cebilxaneya baregehê hat îmhakirin.

Di encama van çalakiyên 3 rojan de bi giştî yek ji wan fermandar 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 11 leşker jî birîndar bûn."