QSD'ê nasnameya 4 şehîdên li Qamişloyê eşkere kir
QSD'ê nasnameya 4 şervanên Hêzên Xweparastinê yên di êrîşa dewleta Tirk de li Qamişloyê şehîd bûn, eşkere kir.
QSD'ê nasnameya 4 şervanên Hêzên Xweparastinê yên di êrîşa dewleta Tirk de li Qamişloyê şehîd bûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro daxuyaniyek da gel û raya giştî û tê de nasnameyên 4 şervanên Erka Xweparastinê eşkere kirin, ku doh di hedefgirtina balafireke bêmirov a biçek a artêşa Tirk a dagirker de li bajarê Qamişloyê şehîd bûn.
Daxuyanî wiha ye:
"Êrîşên dewleta Tirk a dagirker her roj li dijî herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di çend rojên dawîn de, dewleta Tirk rasterast tax û erebeyên sivîlan li nav bajarên bi welatiyan dagirtî, her wiha saziyên ewlehiyê yên berpirsên parastina navendên xizmetguzariyê ne hedef girtin. Bi vî rengî hemû peymanên navneteweyî yên têkildarî şer û pevçûnan de binpê dike, nemaze peymana agirbestê ya ku bi Amerîka û Rûsyayê re di Cotmeha 2019'an de hatine îmzekirin.
Doh roja Sêşemê, dewleta Tirk a dagirker navendeke Hêzên Erka Xweparastinê ya ku parastina nexweşxaneyên bajarê Qamişlo dike, hedef girtin. Di encamê de 4 şervanên wan dema ku li ser karê xwe bûn, şehîd bûn û 3 din jî birîndar bûn.
Em sersaxiyê ji malbatên her çar şehîdan û hemû malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Em soza hilanîna xwîna şehîdan a pak didin. Em hîn li ser soza xwe ya bilindkirina têkoşîna li hember dijminan û parastina aramî û ewlehiya ax û herêmên xwe ne.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di çarçoveya şerekî topyekûn ê li dijî herêmên me de derbasî qonaxeke nû bûye, em ê bi bilindkirina berxwedanê bersivê bidin heta dawî li binpêkirinên dagirkeran yên domdar bînin û herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin.
Careke din em sersaxiyê ji xwe û malbatên şehîdên xwe re dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin."
Nasnameyên her çar şehîdan wiha ne:
Navê tevgerî: Dilsoz Tirbespiyê
Nav û paşnav: Hêvîn Osman
Navê Dayikê: Meysa
Navê Bav: Yasir
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Qamişlo / 2004
Cih û Dîroka Şehadetê: 9`ê Tebaxa 2022`an/ Qamişlo
Nav û paşnav: Elî El Mislit
Navê Dayikê: Fida
Navê Bav: Casim
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: El AL /1966
Cih û Dîroka Şehadetê: 9'ê Tebaxa 2022`an/ Qamişlo
Nav û paşnav: Mihyedîn Îbrahîm
Navê Dayikê: Şems Xan
Navê Bav: Qehreman
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Qamişlo / 1991
Cih û Dîroka Şehadetê: 9’ê Tebaxa 2022`an/ Qamişlo
Nav û paşnav: Mahir El Ezbeh
Navê Dayikê: Sureya
Navê Bav: Ebas
Cihê Jidayikbûnê: Til Mişhen / 2004
Cih û Dîroka Şehadetê: 9`ê Tebaxa 2022`an /Qamişlo.”