QSD: 4 şervanên me şehîd bûn

QSD’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Taxa Cirnik a Qamişloyê de 4 şervanên wan şehîd bûn û 3 şervan jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşa bi balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker a li ser taxa Cirnik a Qamişloyê de, 4 şervanên wan ên Erka Xweparastinê şehîd bûn. QSD’ê wiha got: “Em ê di hemû şert û mercan de gelê xwe û destkeftiyên gelê xwe biparêzin û tola şehîdên xwe ji dagirkeran hildin.”

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Îro piştî nîvro di derdora saet 13.30’an de, li taxa Cirnik a Qamişloyê, dema ku komek şervanên Erka Xwe Parastinê li ser erka xwe bûn, rastî êrîşa balafirek bêmirov û biçek a artêşa Tirk a dagirker hatin. Di encama vê êrîşê de 4 şervanên me şehîd bûn, 3 şervan jî brîndar bûn. Nasnameyên şehîdên me wê piştre bi raya giştî re bên parve kirin.

Artêşa Tirk a dagirker di demên dawî de bi êrîşên dijwar û dermirovî hewl dide ku di nav gelê me de tirs û nerehetiyê ava bike. Em wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk car din dubare dikin ku berdelê vê çi dibe bila bibe, em ê di hemû şert û mercan de gelê xwe û destkeftiyên gelê xwe biparêzin û tola şehîdên xwe ji dagirkeran hilînin.”