Li herêmên dagirkirî li dijî dewleta Tirk çalakî hatin lidarxistin

Li herêmên dagirkirî, li dijî dewleta Tirk hatin lidarxistin. Leşkerên Tirk doh bi şev gule li xwepêşandêrên li bajarê Ezazê reşandin. Di êrîşê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û gelek xwepêşandêr jî birîndar bûn.

Doh bi şev li gelek herêmên ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin; wekî Ezaz, Cerablûs, Idlib û Marê xwepêşandanên li dijî dewleta Tirk hate lidarxistin. Xwepêşandêran nêzîkbûneke muhtemel a dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê şermezar kir, ala Tirkiyeyê şewitandin û dirûşmeyên banga derketina artêşa Tirk ji herêmê, berz kirin.

Çavkaniyekî ji bajarê Ezazê ragihand ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker gule li xwepêşandêran reşandin, di encamê de zarokek hate kuştin û hin xwepêşandêr birîndar bûn.

Hêrsa gel li herêmên dagirkirî berdewam e û bang tê kirin ku li dijî dagirkeriya Tirk îro xwepêşandanên girseyî bên lidarxistin.

Li gelek herêmên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne; weke Idlib, Ezaz, Cerablus, Marê, Rayî, Bab, Soran û Serêkaniyê bi dirûşme 'Hilweşe Tirkiye û hilweşe desthiladarî" çalakî lidarxistin. 

Çalakvanan bi parvekirinên medya dijîtal banga xwepêşandanan roja Înê (îro) kirin.

Her wiha hate diyarkirin ku çalakvanan bang kirine ku ala Tirkiyeyê li herêmên hatine dagirkirin hemûyan bê derxistin.

Xwepêşandêran nehişt karwanekî dewleta Tirk di ser rêya Efrîn-Ezazê re derbas bibe û bikeve Ezazê.