Li Hesekê cenazeyê şehîd Ebdurezaq El-Hemed hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Ebdurezaq El-Hemed li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ya Hesekê, bi merasîmek girseyî hate veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundên wê, tevlî merasîma veşartina şehîd Ebdurezaq El-Hemed (Bicarî) bûn ku dema erkê xwe yê leşkerî pêk dianî şehîd bûbû.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin û merasîma leşkerî ya ji aliyê şervanên QSD'ê ve hat lidarxistin destpê kir. Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mehmûd Cewad axivî û sersaxî da malbata şehîd û got: “Şehîdên me ji bo azadî û rûmeta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê canê xwe feda kir. Şehîd pêşengên me yên rast in. Dagirkera Tirk zarok, kesên temenmezin li pêşiya çavên cîhanê dike hedef.”

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Kazim Mehmûd axivî û got: “Destpêkê em sersaxî didin xwe bi şehadeta leheng Ebdurezaq. Wî di refên pêşîn de herêm diparast.”

Kazim Mehmûd destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên bêmirov û biçek sivîlan dike hedef da ku tirs û xofê di dilê şêniyan de çêke û Rêveberiya Xweser têk bibe ku bi zendên hemû gelên herêmê ava bûye.

Mehmûd soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadî û aştiyê da.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îvan Ednan nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Di merasîmê de nasnameya şervanê QSD’ê Îbrahîm El-Heşî eşkere kir ku li navçeya Til Temirê dema erkê xwe yê leşkerî pêk dianî, şehîd bûbû.

Girseya gel cenazeyê şehîd Ebdurezaq li goristanê veşart.