Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Gundên Qamişloyê hatin bombebarankirin: 7 kes birîndar bûn- HAT NÛKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker du gundên Rojhilatê Qamişloyê bombebaran kir. Hate zanîn ku di encama bombebaranan de 7 kes birîndar bûne.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Sêgirka û Til Zîwan ên Rojhilatê Qamişloyê bombebaran kir.

Dewleta dagirker di danê nîvro de, qadek li pişt Nexweşxaneya Jiyan-Covîd 19 a ku nêzî rêya Hîzam a Bakurê Qamişloyê bomberan kiribû.

Ji saetên sibehê û vir ve, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qadên welatiyan bi dijwarî tên bombebarankirin.

Hate ragihand ku di êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser  gundên Sêgirka û Til Zîwan ên dikevin rojhilatê bajarê Qamişlo de 7 kes birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Sêgirka û Til Zîwan ên dikevin rojhilatê bajarê Qamişlo bi dijwarî topbaran kirin. Di encamê êrişa li ser gundên Sêgirka de hejmarek welatî birîndar bûn.

Li gorî ANHA’yê navê birîndarên ku hatine bidestxistin wiha ne: Helebce Reşîd (33), Arîn Ebdulezîz El-Hesen (38), Mihemed Salih (12), Mîran Selah (13), Îlan Selah (5) û Bilind Mihemed Şemsedîn Birîndar li Nexweşxaneya Rehma ya bajarê Qamişlo tên tedawîkirin.

Di êrişa li ser gundên Amûdê de welatiyê bi navê Rodî Sebrî (30) birîndar bû. Birîndar rakirin nexweşxaneyên navçeyê.

Di saetên sibehê de Amûdê jî gelek caran hat bombebarankirin.

Di bombebarana li Til Temirê de jî, welatiyek ê gund jiyana xwe ji dest da.