Şêniyên Efrînê: Navê Ocalan ji bo me hêz û moral e

Şêniyên Efrînê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk niha li Şehbayê ne, diyar kirin ku piraniya mirovên herêmê navê Ocalan li zarokên xwe kirine û gotin, "Ji ber ku navê Ocalan ji bo me hêz û moral e."

Wealtiyên Efrînê yên niha li Şehbayê koçber in diyar kirin ku piraniya şêniyên Efrînê girêdayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û paradîgmaya wî ne. Gelek malbatan, ji ber hezkirina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan navê Ocalan li zarokên xwe kirine û hêviya wan ew e ku zarokên wan bidin ser rêça Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Malbatan gotin ku navê Ocalan hêz û moral e ji wan re.

Welatiyê bi navê Arif Hisên Mihemed ê yek ji xelkê Efrînê û niha li Şehbayê koçber e diyar kir kir ku wî sala 1987'an Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye û wiha got: “Hin kesên derbasê aliyê me bûn, gotin ku li Bakurê Kurdistanê şoreşekê rû daye; ew jî şoreşa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Li ser wî esasî me ev fikir qebûl kir. Ji ber ku beriya PKK’ê, tu partiyekê bi tu awayî xizmet ji Kurdîtiyê re nedikir. Piştî ku Rêber Apo, bi komployekê li Kenyayê dîl hat girtin, zarokekî me çêbû û min navê Ocalan lê kir da ku bide ser rêya Rêber Apo ya ji gelê Kurd re vekiriye.”

Welatiyeke din ê bi navê Mihemed Reşîd jî destnîşan kir ku dema wan tevgera azadiyê nas kiriye, ji ber zexta rejîmê, pir bi zehmetî kar hatiye kirin û wiha li axaftina xwe dewam kir: “Dema me, fikira Rêber Apo nas kir, gelek partiyên din ên mîna Şûîî û PDK’ê û hwd hebûn. Lê fikira wan bi qasê ya Rêbertiyê ne xurt bû. Ji ber wê ye ku me ji fikira Rêber Apo hez kir û me xwe lê girt.

Rêber Apo sala 1999'an bi komployeke navneteweyî hat girtin, gava ku haya min bi vê yekê çêbû, min got ku zarokekî min çêbibe ez ê navê Ocalan lê bikim. Piştî 4 mehan zarokekî me çêbû û min navê wî danî Ocalan. Navê Ocalan, hem ji me re, hêm ji min re û hem ji kurê min re hêz e.”

Her wiha kurê Mihemed Reşîd Ocalan Reşîd jî anî ziman ku gava mezin bûye meraq kiriye bê ka navê wî tê çi wateyê û wî gelek ji bavê xwe pirs kiriye. Dema bavê wî nav jê re şîrove kiriye, wî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kiriye û biryar daye ku li navê xwe bibe xwedî û tevlê Şoreşa Rojava bûye.”

Ocalan Hesen ê ji xelkê Efrînê jî bi lêv kir ku wî gelek caran wateya navê xwe pirs kiriye ku çima navê wî Ocalan e û ev tişt gotin: “Ji ber ku kesên navên wan Ocalan in li herêmê kêm in, min wateya navê xwe meraq kir. Bavê min ji min re şîrove kir ku ew rêberekî Kurdan e; li ser wî esasî min xwe di felsefeya Rêber Apo de xurt kir û tevlê Şoreşa Rojava bûm.”

Di dawiyê de bavê bi navê Îsmaîl Atono yê ji Efrînê da xuyakirin ku wî sala 1984’an PKK nas kiriye û ji bo azadkirina gelê Kurd û Kurdistanê tevlê xebatên rêxistinê bûye û da zanîn ku bi tevlêbûyîna xebatên rêxistinê gelek ji fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hez kiriye; ji ber ku ji bo doza Kurdan şer bike wî navê Ocalan li kurê xwe kiriye û kurê wî niha kadroyekî PKK’ê ye.