Gel li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, gel li Amûdê, Girkê Legê û Dêrikê daketin qadan.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, gel li Amûdê, Girkê Legê û Dêrikê daketin qadan.
Bi armanca bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bombekirina gundan, îro şêniyên kantona Qamişloyê xwepêşandanek lidar xist û êrîş şermezar kirin.
Bi sedan şêniyên navçeyên Dêrikê û herêmên Beravê û Koçerat jî li Qada Azadî ya naverasta Dêrikê ya kantona Qamişloyê kom bûn û şerê qirkirinê yê dewleta Tirk a dagirker li djiî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne, red kirin.
Xwepêşandanê ji Qada Azadî dest pê kir û ber bi Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ve dewam kir.
Xwepêşanderan dirûşmeyên “Na ji dagirkeriya Tirk re” û “Bijî berxwedana Rêber Ocalan", "Na ji xiyanetê re" û "Erê ji yekîtiya refa Kurdî re" berz kirin.
Xwepêşandêran her wiha pankartên bi nivîsên banga girtina qada hewayî ya herêmê dikin, wêneyên zarok û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine hedefgirtin, rakirin.
Li pêşiya avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan, meş veguherî mîtîngê. Li wir bi navê Meclîsa Rûspiyan û Meclîsa Oldaran Şêx Sînan Seydoş axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina zarok û welatiyan hemû xetên sor ên olan û qanûnên navneteweyî binpê kirin.
Seydoş anî ziman ku armanca dewleta Tirk a faşîst ew e ku li ser hesabê gel û qirkirina wan Osmaniya nû li herêmê zindî bike, lê wê gelê herêmê li dijî van planan bisekine.
Seydoş di dawiyê de bang li rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û mafên mirovan kir ku li hember van êrîşan bi erka xwe rabin û ji bêdengiya xwe derkevin.
GIRKÊ LEGÊ
Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwepêşandan kirin û ber bi Qada Şehîd Xebat ve çûn.
Xwepêşandêr li kolanên sereke yên navçeyê geriyan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Azadî ji Rêber Ocalan re” rakirin.
Li kolana sereke ya navçeyê endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Girkê Legê Idrîs Ehmed axivî û îşaret bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de kir û wiah got: “Berxwedana Rêber Ocalan a di girtîgeha Îmraliyê de ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê veguheriya çavkaniya hêzê.”
AMÛDÊ
Bi heman armancê, şêniyên navçeya Amûdê li ber navenda têkiliyan a Rûsyayê ya li Amûdê xwepêşandan kirin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Şêniyan her wiha bang li Rûsya kir ku helwesta xwe li hember sûcên dagirkeriya Tirk zelal bike.
Xwepêşanderan ji qada Şengalê ber bi navenda têkiliyan a Rûsyayê ya li başûrê navçeyê ve meşiyan û bênavber dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.
Xwepêşandêran wêneyên zarokên di êrîşên balafirên bêmirov û biçek û dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûne, alên saziyên sivîl, partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclîsa Malbatên Şehîdan û pankartên bi nivîsên "Rûsya dijminê gelên bindest e û bi taybet gelê Kurd, Na ji kuştinê re” rakirin.
Li ber navenda têkiliyan a Rûsyayê, endama Kongra Star a navçeya Amûdê Cemîle Mihemed axivî û diyar kir ku bi hezaran zarokên wan di encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye de şehîd bûn û heta niha bêdengiya navneteweyî berdewam e.
Cemîla wiha axaftina xwe berdewam kir: “Hêzên me yên leşkerî destkeftiyên me diparêzin. Divê Rûsya û Amerîka li hember êrîşên hovane yên Tirkiyê helwesteke hişk nîşan bidin, yan jî bila ji herêmên me derkevin.
Piştre bi navê xwepêşandêran şandeyek çû nivîsgeha berpirsê navenda têkiliyan a Rûsyayê da ku helwesta welatê xwe li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û sûcên li diîj welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zelal bike.