Welatiyên Kobanê cenazeyê şehîd Dilovan Kobanê spartin axê

Bi sedan welatiyên Kobanê, bi merasîmek girseyî cenazeyê Şehîd Dilovan Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle ya li Başûrê Kobanê veşartin.

Bi sedan şêniyên Kobanê, saziyên sivîl û leşkerî û siyasetmedar ji bo veşartina cenazeyê şehîd Dilovan Kobanê (Mehmûd Temo) yê dema erka xwe pêk dianî şehîd bû, li Goristana Şehîd Dîcle hatin ba hev.

Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Kongra Star a Herêma Firatê Sultan Hemîd axivî û got ku ew di dema hebûn û tunebûnê de ne wiha pêde çû: “Divê em wek gelê şoreşger, tevbigerin û li hemberî dagirkeriyê bibin xwedî helwest. Şehîd kesayetên bi rûmet û girêdayî axa pîroz in, ji bo gelê wan rastî koçberî û komkujiyan neyên canê xwe feda kirin.”

Her wiha endamê Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ehmed Şêxo jî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker her tim dixwaze îradeya gelên li Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê bişkîne, lê nikare û wiha dom kir: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya îrade, têkoşîn û berxwedana xwe xwedî projeyek azad e. Ji ber vê yekê dijmin dixwaze van destkeftiyan tune bike.”

‘DEWLETA TIRK ÊDÎ ROJÊN XWE YÊN DAWÎ DIJÎ’

Şêxo anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker rojên xwe yên dawî dijî, ji ber vê yekê di qeyranek mezin de dijî û destnîşan kir ku ew ê dewleta Tirk a dagirker a ku dixwaze gelê Kurd tune bike, têk bibin.

Piştre nasnameya şehadeta şehîd Dilovan hat xwendin û radestî malbata wî kirin.

Cenazeyê şehîd Dilovan Kobanê bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, hate veşartin.