Rêveberiya Xweser: Gelê me wê bi hemû derfet û îmkanên xwe li berxwe bide

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bêdengiya raya giştî û hêzên garantor û koalîsyonê renxe kir û diyar kir ku armanca van êrîşan berfirehkirina qadên dagirkeriyê yên Tirkiyê ye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Rêveberiya Xweser diyar kir ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya şerekî rasterast li dijî tevahî Sûriyê de tê kirin.  Rêveberiya Xweser got: “Berdewama vê xeta dijminane bê guman wê rastî berxwedana yekbûyî ya gelê me were, gelê me wê bi hemû derfet û îmkanên xwe li ber xwe bide da ku herêmê, sazî û destketiyên xwe biparêzin.”

“Li gel gefên pêkanîna êrîşên leşkerî û ruxmî ku civîn bi Tirkiyê re hatin lidarxistin ku piştrast kir ku çareseriya leşkerî napejirîne, lê li beramberî wê em dibînin ku bi awayekî plankirî êrîşn rasterast li ser herêmên me pêk tîne. Bi balafirên bê mirov ên bi çek herêmên tije şênî dike hedef. Di encamê de sivîl şehîd dibin, binesaziya herêmê wêran dibe. Li hemberî van êrîşan bêdengiyeke navneteweyî heye, nemaze ji aliyê hêzên garantor ên agirbestê yên ku zêdegaviyên leşkerî yên Tirkiyê red dikin. Ev yek herêmê ber bi rageşiyê û derbekirina ewlehî û îstiqrara herêmê bi giştî ve dibe.

Di demekê de ku em wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê van êrîşên Tirkiyê red dikin, em diyar dikin ku êrîşa îro ya li ser Qamişlo û gundên Amûdê û êrîşa beriya wê bi çend rojan a li ser taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo, her wiha êrîşên bi balafirên bê mirov ên Tirkiyê di çarçoveya şerekî rasterast li dijî me û li dijî tevahî Sûriyê de tê kirin. Bêdengiya ji aliyê Rûsya, koalîsyon û hêzên din ên aktîf ên li Sûriyê yên li hemberî van êrîşan cihê gumanan çê dike ku lihevkirinên veşartî hene, ev nîşaneyeke gelekî xeter e ku wê rageşiyê mezintir bike.

Em bangeke lezgîn li hemû aliyên têkildar dikin ku destwerdanê bikin û rê li ber êrîşên Tirkiyê bigirin û xeteriya mezin a Tirkiyê ya li ser Sûriyê bizanibin. Em diyar dikin ku berdewama van êrîşan li ser bajar û li dijî gelên me û herêmên me karekî provokatîf e, armanc jê ew e ku qada dagirkeriya Tirk were berfirehkirin. Ji wê zêdetir destekeke mezin a manewî dide DAÎŞ, şaneyên wê ango komên çete yên girêdayî Tirkiyê ku Sûriyê wêran dike û gelên wê qir dike. Berdewama vê xeta dijminane bê guman wê rastî berxwedana yekbûyî ya gelê me were, gelê me wê bi hemû derfet û îmkanên xwe li berxwe bide da ku herêmê, sazî û destketiyên xwe biparêzin.”