QSD: 23 leşkerên Tirk hatin kuştin

Hêzên QSD’ê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser sînorê Mêrdînê çalakiya tolhildanê li dar xist û di çalakiyê de 23 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî têkildarî rêzeçalakiyên li dijî artêşa Tirk a dagirker li dar xistine, daxuyaniyek da. QSD’ê diyar kir ku di demên dawîn de êrîşên artêşa Tirk a dagirker li hember axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne û got: “Artêşa dagirker her roj êrîşên topbaranê dike û di demên dawîn de jî êrîşên bi balafirên bêmirov zêdetir kirine. Di van êrîşan de hem ji gelê me, hem jî ji hêzên leşkerî gelek şehadetên giranbûha çêbûn. Tenê ji destpêka meha Tebaxê ve 2 jê zarok, 7 welatî şehîd bûn, 10 zarok û 3 jin, bi giştî 17 welatî jî birîndar bûn.”

QSD`ê di berdewama daxuyaniya xwe de li ser rêzeçalakiyên ku hêzên wan li dijî artêşa Tirk a dagirker li dar xistine, ev agahî parve kirin:

“Ji bo tolhildana şehîdên xwe di çarçoveya bersivdayînê de, di 8’ê Tebaxê 2022’yan de li sînorê bajarê Mêrdînê, ji aliyê hêzên me ve 3 çalakiyên bibandor hatin lidarxistin.

Di çalakiya destpêkê de wesayîta zirxî ya artêşa Tirk a dagirker hat hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de 7 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Wesayîta zirxî hat rûxandin.

Di çalakiya duyemîn de panzereke artêşa Tirk a dagirker hat hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de 10 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Her wiha panzer hat rûxandin.

Di çalakiya sêyemîn de jî panzereke artêşa Tirk a dagirker hat hedefgirtin. Di vê çalakiyê de jî 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, panzer hat rûxandin.

Di van her sê çalakiyan de bi giştî 23 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, herî kêm 2 leşker jî birîndar bûn.”

QSD`ê her wiha soz da ku tu êrîşên li hember gelê xwe bê bersiv nehêlin.