Li Qamişlo û Şedadê ji bo şehîdan merasîm hatin lidarxistin

Şêniyên navçeya Şedadê û gundên wê, cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Elî Casim El Mislet ê di encama êrîşa balafira keşfê ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû hat veşartin. Li Qamişlo ji bo 2 şehîdan merasîma sersaxiyê hat lidarxistin.

Gel li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê hat bal hev û bi karwanekî bi dehan erebeyan ber bi şehîdgeha navçeya Şedadê ve bi rê ket.

Şervanên Erka Xweparastinê li şehîdgehê meresimek a leşkerî pêşkêş kir. Bi pişt re Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulmecîd Ebdulah axivî. Ebdulah daxwaza sersaxiya malbat şehîd kir û wiha got: “Şehîdên me, xwe ji azadî û rûmeta gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê feda dikin. Şehîd, fermandarên me ne, em, fedakariya wan ji bîr nakin. Em soz didin ku heta bi serketinê em ê bidin ser şopa wan.”

Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulhemîd Hesekê jî, ji bo şehadeta hevrêyê xwe Elî El Mislet sersaxî xwest û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek û bi armanca xerakirina aramî û îstiqrara herêmê, û têkbirina Rêveberiya Xweser ku bi keda pêkhateyên herêmê hatiye avakirin, sivîl û leşkerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re dike armanc.”

Ebdulmecîd Hesekê, di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan û dayîna bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de da û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo tirsandina şêniyan, rêbazên qirêj bi kar tîne axaftina wiha bi dawî kir: “Lê wê bi vê rêbazê tiştek ji israra berxwedan û biserketinê ya QSD’ê kêm nebe.”

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ji aliyê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mecid El Dexîl ve hat xwendin û radestê malbatê hat kirin. Paşê, cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Kantona Qamişloyê,  bi pêkhateyên xwe, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, her wiha Kongreya Star sersaxî da malbata şervanê YPG’ê Bawer Ridwan Eniz (Çiya Qamişlo) û malbata welatiyê bi navê Edîb Elî ên ku 10’ê vê mehê di encama êrîşeke hewayî ya artêşa Tirk  a dagirker a li dijî erebeyekê li gundê Mele Sibat ê rojavayê Qamişloyê şehîd bûn. Konê sersaxiyê li ber avahiya Şaredariya Gel a bajarokê Girbawî yê Kantona Qamişlo hate vegirtin. Konê sersaxiyê bi wêneyên her du şehîdan Bawer Eniz û Edîb Elî û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Meclîsa Malbatên Şehîdan hate xemilandin.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Xelîl axivî, Xelîl, îşaret bi berxwedanên Kurd ên ji berê heta bi niha kir û got: “ Ev, serhildana 28’emîn a Kurdan e. Bi şoreşa Partiya Karkerên Kurdistanê ya bi serkêşiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û teqandina guleya yekemîn ji aliyê heval Egîd ve, me, dîwarê tirsê şikand û ruhê berxwedanê xwe da der. Me, li ber xwe da û em ê li ber xwe bidin.” Mihemed Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk, her tim bi rêya êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi rêya sîxur û çeteyên xwe hewil dide ber li modela li Rojava, bigire.

Xelîl, anî ziman ku wan, derbên giran li dewleta Tirk a dagirker xistine. Lewma êrîşên xwe yên bi ser çiyayên Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de zêde kirine. Xelîl, soz da ku ew ê heta biserketinê bidin ser şopa şehîdan.

Bi navê hêzên leşkerî Nezîr Sofî yê li ser navê hêzên leşkerî axivî, got ku ew amade ne ku li ber erîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin. Sofî diyar kir ku ger dewleta Tirk a faşîst di serî de Erdogan bixwaze dîroka kurdan nas bike, bila li Kemal Pîr, Hakî Karer û Şêx Seîd û bi hezaran kesên wek wan vegere.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û got: “Kesên banga şoreşê dikin, bila bizanin ku tiştekî bê berdêl nîn e, şoreş, xwedî pîvanên exlaqî ye û kesên bixwazin pêk bînin ew ê berdêlên giran bidin ku bigihîjin armanca xwe.”

Hiso derbirî ku Pêngava 15’ê Tebaxê destpêka têkoşîna çekdarî ye dike ku 39 sal bi ser bikevin û wiha dewam kir: “Berî wê me tu tişt nîn bû, wan rewşa zehmet û zordarî ji ser me rakir. Ji niha û pê ve em ê gavên mezin biavêjin.”

Endama rêveber a Kongreya Star Şêrîn Elî, axivî û îşaret bi girîngiya şopandina rêya şehîdan û xurtkirina xeta têkoşînê ya ji bo pêkanîna azadiyê kir.