TEV-DEM: Em xwedî li berxwedana QSD'ê derkevin
TEV-DEM'ê bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku xwedî li berxwedana şervanên QSD'ê derkevin û got, "Weke hêzên siyasî û neteweyî divê em bi ruhê seferberiyê tevbigerin."
TEV-DEM'ê bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku xwedî li berxwedana şervanên QSD'ê derkevin û got, "Weke hêzên siyasî û neteweyî divê em bi ruhê seferberiyê tevbigerin."
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya TEV-DEM`ê wiha ye:
"Wekî dihat texmînkirin, piştî civîna Soçiyê dewleta Tirk a dagirker li hember derbaskirina keştiyên Rûsyayê, hin îmtiyaz û tawîzên nû ji Pûtîn wergirtin da ku şerê xwe yê xwîndar li eniyên xwe yên terorê berfireh bike û gelek gund û bajarokên herêma Cizîrê ku hêzên Rûsyayê jî li wir hene, bigire nava êrîşên xwe.
Dewleta Tirk a dagirker di dema heyî de hewl dide hin valahiyan li eniyên Hêzên Sûriya Demokratîk derxe, lê nikarî wê yekê bike. Balafirên bêmirov ên biçek ên Tirkiyê di demên dawîn de û bi taybet piştî civîna Tehranê zêde li asîmanê herêmê tevdigerin. Heta niha balafirên dewleta Tirk bi dehan caran ger çêkirine û 24 saetan rewşê dişopînin. Mafê tu dewletekê tune ye ku serdestiya dewleteke din binpê bike. Bi vê renîg, dewleta Tirk îsbat dike ku ew dewleteke terorê, sûcan û kujera zarokên Qamişlo, Til Rifet, Kobanê, Til Temir û gelek bajarên din e, ku bi hovîtî û bê ser û ber, bi hemû cureyên çekên nûjen û rûxîner xaka me hedef digire û qurbaniyan çêdike.
Ev nîşan dide ku dewleta Tirk piştî ku kaxizên wê yên îstixbaratî yên binkeftî hatin eşkerekirin û li hember hêzên civakî û nîştimanî yên piştgiriyê didin hêzên berxwedana civakî, bi bin ket, ew dîn û har bûye. Dewleta Tirk ji vê îradeya berxwedêr a li dijî dagirkerî û terorê tolê hiltîne. Herêmên ewle li bajar û gundan bê ser û ber hedef digire û komkujiyan pêk tîne. Armanca wê provokasyon û têkbirina aramî û îstiqrarê ye, da ku zextê li pêkhateyên herêm û gundên nêzî sînor bike û wan neçarî koçberiya bi darê zorê bike.
Em bang li gelê xwe yê Kurd û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku hevgirtina xwe xurttir bikin û piştgiriya berxwedana ewladên xwe yên di nav QSD`ê de bikin. Wekî hêzên siyasî û nîştimanî û rêxistinên civaka sivîl divê em tev li seferberiyê bibin. Ji berk u em bi dijminekî terorîst, faşîst û neheq re rû bi rû ne. Hikumeta Tirkiyê ya terorîst li dijî vîn û nirxên me şerekî topyekûn ragihandiye, lê belê em tekez dikin ku tu kes nikare berxwedana me ya dîrokî têk bibe ji ber ku em nêzî serkeftinê bûne.
Em Koalîsyona Navneteweyî û Fedrasyona Rûsyayê berpirsên van êrîşên barbarî yên dewleta Tirk a faşîst dibînin, ji ber ku ew çavên xwe li hember sûcên Tirkiyê yên li dijî civakan û gelan pêk tîne, digirin.
Rawestandina dewriyeyên leşkerî yên Rûsyayê yên ku herêmên sînorî yên bi Tirkiyê re dişopandin, bi taybet di vê demê de gumanan çêdike û fikarên me çêdike ku êdî çareseriya leşkerî tenê maye û lihevkirinên birêxistinkirî û xeter li dijî tevahî herêmê hene."