Cenazeyê Şehîd Hesen Sirîn hat veşartin

Cenazeyê Şehîd Hesen Sirîn ê ku di 14’ê Tebaxê de li ser erka xwe şehîd bû, li Goristana Şehîdan a Sirînê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê û cenazeyê şervanê QSD’ê Hesen Yûsif (Hesen Sirîn) ê ku Dİ 14’Ê Tebaxê de li ser erka xwe li Reqayê şehîd bû, li Goristana Şehîdan a navçeya Sirînê ya başûrê bajarê Kobanê spartin axê.

Li goristanê merasîmek hat lidarxistin, piştî deqeyek rêzgirtin nasnameya şehîd ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ve xwendin û radestî malbata şehîda hate kirin.

Cenazeyê Şehîd Hesen Sirîn bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyan hate veşartin.