Li Rojava Şerê Gel ê Şoreşgerî yê li dijî dagirkeriyê -2

HPC ku bi erka parastina gel û welatê xwe radibe, vê wezîfeya xwe bi rengekî serketî bi cih tîne.

Hêzên Parastina Civakî di pêvajoya Şoreşa Rojava de weke hêza xweparastinê ya gel ava bû.

Weke ku tê zanîn di parastina Kobanê de tevlîbûna gel kêm bû. Li Efrînê, piştre li Serêkaniyê û Girê Spî jî heman rewş hebû. HPC di salên destpêkê yên şoreşê de ava bû û karên amatorî kir.

Di dema destpêkê de HPC bi giranî bi karê alîkariya ji bo hêzên leşkerî, kontrolkirina eniya pişt, birin û anîna lojîstîkê tevdigeriya. Bêguman tevlî pêngavên şoreşgerî yên li dijî DAÎŞ'ê jî bûn. Şehîd û birîndar jî dan. Piştre ji bo kontrolkirina hin bendên ewlekariyê, ewlekirina mîtîng, civînan, karên li qadên bejahî, gera li dewriyeyê, piştgiriya ji bo asayîşa li nava bajêr jî xebitî. Bi giranî karê ewlehiya saziyan bi cih anî.

ASTA HEYÎ

Rêxistiniya berê ya HPC'ê di asta herêmî û kantonê de bû. Di çarçoveya rêveberiyên xwecihî kar dikir. Perspektîfa xwe ya rêxistinî di asta civakî de bû. Di rewşa heyî de ev rêxistinî ji bo hîn bi organîzeyî bixebite û karakterê xwe yê parastinê bi pêş bixîne, hewl dide tevkariyê li parastina gel û welat bike. Hewl dide tevlîbûneke xurt li şerê gel ê şoreşgerî bike, bi xurtî tevlî şerê şoreşgerî bibe.

Bêguman HPC xwe û karên xwe bi vê tenê nahêle. Hewl dide parastina sivîl li gorî pêşketinên xwezayî û civakî bi rêxistin bike. Mînak; li hemberî şewatê, parastina qadên zîreetê, têkoşîna bi afetên xwezayî û hwd. Bi kurtasî dixwaze tevlî her mijara têkildarî parastina welat û gel bibe.

CUDAHIYA XWE JI HÊZÊN LEŞKERÎ

Bêguman saziyên YPG, YPJ û Asayîşê hene. Ew jî saziyên esasî yên parastinê ne. YPG û YPJ hêzeke çekdarî ne ku bi temamî xwe bi çekê bi rêxistin kirine. Qada xwe ya kar a bingehîn a profesyonel, leşkerî û parastin e. Asayîş jî ji bo karibe xizmetên ewlekariya hundirîn bike, xwe bi rêxistin kiriye.

Bêguman Asayîş jî li qada parastinê xwedî rolekê ye. Profesyoneliya wan jî li ser bingeha pêkanîna xizmetên ewlekariya hundirîn e. Lewma di asta YPG û YPJ'ê de nîne. Wezîfe, rêxistinî û kapasîteya van hêzan bi rêziknameyên xwe hatine diyarkirin. YPG û YPJ xwedî rêxistiniyeke profesyonel a bi temamî ye. Asayîş jî di qada xwe ya kar de profesyonel jî be xwedî pîvana kar a nîv demê ye. Yanî endameke-î Asayîşê rojane nîvê dema xwe li kar, nîvî jî li jiyana sivîl derbas dike. Bêguman dema parastina welêt bikeve rojevê, ew temamiya dema xwe 'li gel artêşê' derbas dikin, lê belê ev rastî rewşa wan a heyî naguherîne. YPG û YPJ heta temamiya wezîfeya xwe di nava karê xwe de derbas dike. Xwedî cudahiyeke bi vî rengî ye.

PARASTIN JI KESEKÎ DIN RE NAYÊ HIŞTIN

Hebûna van hêzan, HPC'ê bêbandor nake, yan jî nake saziyeke alternatîf. Her yekîne xwedî wezîfeyekê ne. HPC ji wan mirovan pêk tê ku karên xwe yên rojane hene. Ne mîna Asayîşê ye, ne jî mîna YPG û YPJ'ê ye. Di çarçoveya nêzîkatiya bingehîn a welatparêziyê de ye. Xwedî wê perspektîfê ye ku dema pêwîstî pê çê bû wê li dijî dijmin şer bike.

Di vir de pîvana esasî ew e; mafê parastinê pîroz e, nabe bê taloqkirin, nabe bê dewrkirin, nabe ji kesekî din re bê hiştin. Lewma civak parastina xwe bi xwe dike. Saziyên profesyonel hebin jî pêwîstiya gel bi sazî yan jî mekanîzmayên ku karibe xwe bi xwe pê biparêze heye.

HER KES ENDAMÊN WÊ YÊN XWEZAYÎ NE

Di nava HPC'ê de tevlîkirina endaman nîne. Her mirovên li Rojava/Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, her mirovên ji civak û neteweyên di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Demokratîk de ne, endamên xwezayî yên HPC'ê ne. Her miroveke-î welatparêz, yên êrîşên dagirkeriyê yên dijmin qebûl nakin û dixwazin li dijî êrîşan li ber xwe bidin, yên dixwazin destketiyên Şoreşa Rojava biparêzin dikarin bibin endamên HPC'ê. Lewma her endamên her gelekî di heman demê de endamekî HPC'ê ye. Pîvan bi vî rengî ye.

WÊ BI RENGEKÎ ÇALAK TEVLÎ ŞER BIBE

HPC ku bi rengekî çalak tevlî amadekariyên Şerê Gel ê Şoreşgerî yê li hemberî dewleta Tirk dibe, bi armanca parastina Şoreşa Rojava wê li gorî armancên xwe yên damezrandinê tevbigere, li dijî hêzên dagirker şer bike. Dema ku pêwîstî pê hebû wê li gel YPG û YPJ'ê cih bigire, li cihên pêwîstî pê hebe wê şer bike, li cihên pêwîst jî wê wezîfeyên parastinê pêk bîne.