Dagirker êrîşê Şehbayê û rojavayê Kobanê dikin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrîşê Şehbay, rojavayê Kobanê û gundên Şêrawa ya Kantona Efrînê dikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi bombeyan êrîşê gundên Um Qura û Wehşiye yên girêdayê Kantona Şehbayê dikin.

Ji ber êrîşan xesara madî çêbû.

Dewleta Tirk, gundên Zor Mixar û Şêxlera û gundikê Ehmed Munîr ên rojavayê Kobanê bi çekên giran bombebaran dike

Heta bi niha zêdeyê deh guleyan li herêmê ketine. Gundên hatine bombekirin li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û di heman demê li hember Cerablûsa dagirkirî ye.

Hate zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şêrawa ya Kantona Efrînê jî topbaran dike. Di encama topbaranê de li gundê Basilê, zarokê bi navê Ehmed Îmad Îbiş ê 15 salî birîndar bû.