Li Amûdê 4 endamên Hêzên Erka Xweparastinê şehîd bûn, QSD'ê soza tolhildanê da
QSD'ê ragihand ku di encama êrîşa dewleta Tirk a bi balafirên bêmirov de ya li gundewarên Amûdê 4 şervanên Erka Xweparastinê şehîd bûne. QSD'ê soza tolhildanê da.
QSD'ê ragihand ku di encama êrîşa dewleta Tirk a bi balafirên bêmirov de ya li gundewarên Amûdê 4 şervanên Erka Xweparastinê şehîd bûne. QSD'ê soza tolhildanê da.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniya QSD'ê wiha ye:
"Doh balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker nuqteya Hêzên Erka Xweparastinê li gundewarê Amûdê kir armanc. Di encamê de 4 şervan şehîd bûn û gelek welatiyên ku hewl da birîndaran bibin nexweşxaneyê jî birîndar bûn. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker asta topbaran û êrîşên li ser Kobanê û gundewarên wê bilind kir. Di encamê de zarokek şehîd bû, 4 welatî jî birîndar bûn ku di nav de jin hene.
Asta bilindkirina êrîşên dagirkeriya Tirk ên rojane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi awayekî yekser armanckirina herêmên tê de şênî hene, careke din sûc û binpêkirina wê ji tevahî lihevkirin û peymanên navneteweyî re eşkere dike. Divê helwesteke neteweyî li hember vê yekê were nîşandan û dagirker ji herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî werin derxistin.
Em sersaxiya malbatên şehîdan dixwazin û careke din teqeziyê bi parastina rewa ya gel û xaka xwe dikin û soza tolhildanê bi hemû rêbazên leşkerî yên guncaw didin şehîdên xwe."