Rêveberiya Xweser a herêma Firatê: Li dijî dagirkerî û faşîzmê em berxwedanê xurtir bikin

Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bang li gelê herêmê kir ku berxwedanê xurt bike. Her wiha ji hêzên navneteweyî jî xwest ku dawî li bêdengiya xwe bînin.

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî Kobanê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Kar û Barên Rêveberiyê yên herêma Firatê Xalit Ceradê ve hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk bi armanca dagirkeriyê, Sûriyeyê wêran dike û hate gotin, "Armanca dewleta Tirk têkbirina projeya me ya neteweya demokratîk e, ku gelên Sûriyeyê hemûyan vedihewîne."

Di daxuyaniyê de işaret bi piştgiriya dewleta Tirk a bi komên çete û DAÎŞ'ê hate kirin û hate gotin, "Bi hêzên xwe yên bejahî û hewayî êrîşî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike. Dewleta Tirk seranserê sînorê herêmê topbaran dike. Bû sedema gelek şehîd û birîndaran."

Di dewama daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî vê êrîşkariya dewleta Tirk hate bibîrxistin û hate ragihandin ku di encama vê bêdengiyê de topbaran û bombardûman li Dirbêsiyê û Amûdê, li Kobanê û gundewarên hatin kirin, zarokekî 12 salî şehîd bû, 5 kes jî birîndar bûn.

Saziyên rêveberiya xweser diyar kirin ku herî dawî gundê Sinciq Sedûn bi balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk hate bombekirin, di encamê de 4 kes şehîd bûn û êrîşkariya dewleta Tirk şermezar kirin.

Her wiha ji hêzên navneteweyî, dewletên garantor û rêxistinên mafên mirovan hate xwestin ku dawî li bêdengiya xwe bînin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahiya gelê herêmê hate kirin ku li dijî dagirkeriyê bexwedana xwe xurtir bikin.