Li Rojava Şerê Gel ê Şoreşgerî yê li dijî dagirkeriyê -1

Rojava ya ku dewleta Tirk gefa dagirkeriyeke nû lê dixwe, ji hêzên leşkerî heta bi her beş û saziyên civakî ji her alî ve xwe bi rêxistin kiriye û dest bi berxwedanê kir.

Dewleta Tirk ku êrîşên xwe yên li ser Rojava yên ji bo dagirkirinê bênavber dewam dike, di 1'ê Hezîrana 2022'an de qala êrîşeke nû ya dagirkeriyê ya berfireh kir.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava êrîşa li ser têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd e. Daxwaza dagirkirina Rojava ya bi kûrahiya 30 kîlometreyî, ku di rûniştina Neteweyên Yekbûyî de nîşan da, ajandaya desthilatdariya Tirk raxist pêş çavan. Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ya li hemberî vê daxwaza dagirkeriyê işaretê bi hebûna hêzên li pişt vê planê dike.

AMADEKARIYÊN JI BO ŞERÊ GEL Ê DEMDIRÊJ

Bêguman gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî vî planê dagirkeriyê yê berfireh kete nava liv û tevgerê. Ji bo careke din mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi serê wan ve neyê, ragihandin ku wê rê nedin vê yekê. Li herêmê di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de amadekariyên mezin têne kirin. Ev stratejî bi esasî şerê bi beşdariya gel e. Berê çavkaniya vê stratejiya şerê gel ê demdirêj şoreşên Vîetnam û Çînê bû. Ji ber ku di têkoşîna rizgariya neteweyî ya Cezayîrê de gel bi bandor tevlî şer bû û di demeke dirêj de bi vî şerî dawî li serweriya dewletên dagirker-mêtinger hate anîn û serketin hate misogerkirin, ev stratejî kir stratejiyeke têkoşînê ya bingehîn a ji bo neteweyên bindest. Li gorî vê yekê, neteweyên lawaz û bêrêxistin, di pêvajoya demdirêj a şer de wê rêxistiniya xwe pêk bînin, xwedî li welatê xwe derkevin, hêzên mêtinger gav bi gav lawaz bikin û dawiya dawî jî bi raperînê wê hêza mêtinger ji welatên xwe biqewirînin.

ALIYÊN ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

Şerê gel ê şoreşgerî ji qonaxan pêk tê: Parastina stratejîk, hevsengiya stratejîk û êrîşa stratejîk. Qonaxên hevsengiya stratejîk û êrîşa stratejîk stratejiya şerê rizgariya neteweyî bû, ku gel bi rengekî topyekûn tevlî bû, herî dawî jî bi serhildana gel pêvajoyê temam dike û mêtingeriyê têk dibe. Di stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de jî tevlîbûna gel esas e. Bêyî tevlîbûna gel nepêkane ku şoreş bê pêkanîn. Şoreş berhema gelan e. Şerê rizgariyê yê li dijî mêtingeriyê jî li ser van bingehan dikare bê meşandin û bi ser xistin.

Aliyên şerê gel ê şoreşgerî jî hene. Ev alî jî ji hêzên çekdar ên profesyonel, hêzên xweparastinê yên bi çek û gel pêk tên. Heta qadên bejahî û dibe ku navenda bajaran jî ew cih bin ku şerê gel ê şoreşgerî lê bê meşandin. Di vir de hêza çekdar a profesyonel, hêza xweparasinê û gel bi hev re bi koordîneyî şer dikin. Hêzên profesyonel ên çekdar derbên giran li dijmin dixin, hêzên xweparastinê jî li eniya pişt, li cihên ku dijmin qet ne li bendê ne derbê lê dixin û dijmin lawaz dikin. Bi tevlîbûna xurt a gel jî dijmin tê têkbirin. Bi tevlîkirina gel re serketin tê misogerkirin.

JI DIKANDARAN HETA BI DOKTORAN HER KES TEVLÎ DIBE

Di vir de nirxandina gel weke hîmekî cuda yê vî şerî divê neyê wê wateyê ku mîna ji hêzên çekdar û hêzên xweparastinê cuda ne. Bi esasî ev hêz jî ji nava gel derketine. Lê belê hêzên çekdar ên mîna YPG û YPJ'ê hêzên herî profesyonel ên her demê ne. Her wiha hêzên xweparastinê yên nîv profesyonel hene mîna HPC'ê. Tevî karên xwe beşdarî nava karên parastina gel dibin. Di nava girseya giştî ya gel de li kar, malê, perwerdeyê, daîreya karmendiyê, dikanan, li zeviyên cotkariyê ne, lê belê bêyî ku van karên xwe nîvco bihêlin tevlî şerê gel ê şoreşgerî jî dibin. Hêza wan ji xwe ji vê derê tê.

BANDORA BERXWEDANA GERÎLA YA 40 SALÎ

Li Kurdistanê nêzî 40 sal in şerê gerîla tê meşandin. Artêşbûneke xurt a gerîla hate afirandin. Heta astekê gel weke 'mîlîs' tevlî vî şerî bû. Tecrûbeyên pêvajoya xwerêveberiyê jî hene. Bi esasî ciwan û hêzên profesyonel ên çekdar ev pêvajo meşandin. Gel yekser û di asteke têrker de tevlî vê pêvajoyê nehate kirin. Gel bi esasî ji zarokên xwe; ji gerîla û hêzên çekdar hêvî kir ku dijmin têk bibin.

Li Rojava jî şoreşek pêk hatibû. Hema bêje tevahiya bajarên Rojava ji bin serweriya rejîma Sûriyeyê hatibûn rizgarkirin, gel dest bi rêveberiya xwe kiribû. Me dît ku gel bi coşeke çawa ya mezin tevlî şoreşê bû û li dijî DAÎŞ'ê tevlî karên parastina welat bû.

Wê dewam bike...