Li Kobanê û Qamişlo coşa Cejna Vejînê

Li Kobanê û Qamişlo salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê bi şahiyên girseyî hatin pîrozkirin.

Li Kobanê û Qamişlo bi dirûşmeya “Bi ruhê 15’ê Werin Cenga Azadîyê“ salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê bi şahiyên girseyî hate pîrozkirin.

KOBANÊ

Li bajarê Kobanê bi boneya salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê û salvegera 6’emîn a rizgarkirina bajarê Minbicê şahiyek girseyî hate lidarxistin. Nûnerên Rêveberiya Xweser, sazî, partî û gelek welatî tev li şahiyê bûn. Şahî bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

RUHÊ 15’Ê TEBAXÊ

Di şahiyê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan yên Herêma Firatê Xunav Xelîl axivî. Xelîl, ewilî Cejna Vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan û tevahiya gel pîroz kir û got: “Li dijî hişmendiya faşîst berxwedanek leşkerî pêwîst bû, bi pêşngiya Fermandar Egîd de guleya yekemîn li hişmendiya faşîst hate xistin. Ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê heta roja îro berdewam dike. Şoreşa Rojava bingehê xwe ji Pêngava 15’ê Tebaxê girt.“

‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN‘

Xelîl bal kişand li ser êrîşên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Di van demên dawî de dijmin êrîşên li ser Rojava zêde kirine. Divê her ferdek yê vê axê li hemberî dijminê hov bi helwest be. Heta azadiya tevahiya xaka Kurdistanê em ê têkoşînê bilind bikin. Dagirker dixwaze hemû deskeftiyên Rojava tune bike. Lê em ê weke ciwan heta dawiyê li ber xwe bidin û têkoşînê bilind bikin.“

Li ser navê Kongra Star Felek Yûsif jî axivî û wiha got: “Di serî de ez 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, şehîdan û çiyayên azad pîroz dikim. Beriya 15’ê Tebaxê faşîzmê gelê Kurd di qirkirinê re derbas dikir. Bi saya Pêngava 15’ê Tebaxê îro em li ser axa xwe azad dijîn. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze deskeftiyên me yên li Rojava ji holê rake, lê em ê heta dawiyê li deskeftiyên xwe xwedî derkevin û têkoşînê bilind bikin.“

Piştî axaftinan hunermend derketin li ser dikê û stranên xwe gotin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

QAMIŞLO

Li Qamişlo jî salvegera 38`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya Kantona Qamişlo  û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) şahiyek girseyî hate lidarxistin. Bi hezaran şêniyên Kantona Qamişlo, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên kantonê û nûnerên partiyên siyasî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Qada şahiyê bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kongra Star, TEV-DEM, YPG, YPJ, QSD‘ê hatin xemilandin.

Di şahiyê de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê bajarê Qamişlo Sabir Mihemed axivî û salvegera Cejna Vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên azadiyê û rûmetê û malbatên wan, li girtiyên azadiyê, şervanên YPG, YPJ`ê û QSD`ê û li gelê Kurd û gelên herêmê pîroz kir.

Mihemed di kesayeta Fermandar Egîd de, hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha axivî: “Roja 15`ê Tebaxê ji bo gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn û ji bo tevahî mirovahiyê roja vejînê ye. Eger îro li ser vê axê hemû pêkhate, hemû reng, mezheb û bawerî dijîn û vê rojê bi hev re pîroz dikin ji ber wê ye ku vê rojê wekî roja azadiya xwe dibînin.”

Mihemed diyar kir ku ji bo gelê Rojava û hemû gelên Rojhilata Navîn, 15`ê Tebaxê rojeke nû ye û wiha pê de çû: “Ev roj roja azadî, wekhevî, aştî û nirxê mirovahiyê parastin e. Heyfa milyonan ên ku hatine qetilkirin, yên ku gotin me Kurd tune kirin, êdî me ser wan bêtûn kir, êdî nema bi navê Kurd û Kurdistanê yek derbikeve, 15`ê Tebaxê di şexsê fermandarê mezin rêheval Egîd û hevalên wî de ew bêtûna ku hatî çêkirin hemû qelişandin. 15`ê Tebaxê bersiveke herî xurt li hember qirkirina li ser gelê Kurd dihat kirin.”

Di dewama axaftina xwe de Mihemed diyar kir ku 15`ê Tebaxê ne tenê ji bo Kurdan, lê belê ji bo tevahî mirovahiyê bûye hêviyek û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila hemû kes bizane îro Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bi saya wê têkoşînê rûmeta hemû Sûriyan parast û ew ji pençên DAÎŞ`ê xilas kirin.”

Piştre li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Qamişlo, endama yekitiyê Rîm Dede jî Cejna Vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gerîlayên azadiyê û li şehîdên doza azadiya Kurdistanê pîroz kir û wiha axivî: “Di vê rojê de ji sala 1984`an ve bi pêşengiya fermandarê nemir şehîd Egîd pêngava vejîna mirovahiyê dest pê kir. Pêngava 15`ê Tebaxê hişt ku çirûska azadiyê di nava gelê Kurd, gelên Kurdistanê û gelên bindest de were ronîkirin.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, ji aliyê komên dîlan û stranan ve pêşandanên hunerî hatin pêşkêşkirin û govend hate gerandin.