Hêzên Ewlekariya Hundirîn soza parastina herêmê da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî ziman ku di rojên dawî de dewleta Tirk a dagiker êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh kiriye û li hemberî êrîşan soza parastina herêmê da.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Dagirkeriya Tirk ji saetên şeva duşemê heta sibeha îro ve êrîşên xwe li ser bajarokên Dirbêsiyê, Amûdê û gundewarên wê zêde kirin. Topbarana bi obusan li dijî bajarokê Til Temir û gundewarê wê zêde kir. Di encamê de 3 welatî birîndar bûn. Her wiha bi obusan êrîşî bajarê Kobanê kir, di encamê de zarokekî 14 salî şehîd bû û 5 jî birîndar bûn, di nav de jin û zarokek hene. Her wiha navendên aktîf û xizmetguzariyê kirin hedef.

Dagirkeriya Tirk di nav bêdengiya navneteweyî de êrîşên xwe yên leşkerî li ser herêmên me didomîne û erdnîgariya topbaranê berfireh dike. Li hemberî vê dewletên garantor erkên xwe yên agirbestê pêk nayînin û sînorekî ji kiryarên dagirkeriya Tirk re danayînin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn soz didin gelê xwe ku em ji bo gel û herêmên xwe canê xwe feda bikin û soza şopandina xeta şehîdan bidomînin heta ku ewlehî û silametiya giyanên wan misoger bikin.”