Şehîdên meha Tebaxê li Qamişloyê hatin bibîranîn

Li Qamişloyê, ji bo bibîranîna Şehîdên Meha Tebaxê li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan merasima bîranînê hate lidarxistin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê, bi armanca bibîranîna Şehîdên Meha Tebaxê, li Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan merasimeke bibîranînê li dar xist. Bi sedan malbatên şehîdan û şêniyên bajêr tevî wêneyên şehîdan tev li merasimê bûn.

Di Meresima ji bo şehîdên azadiyê rêz hat girtin de, Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed axivî. Rûken Ehmed, hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Meha Tebaxê, hebûna gelê Kurd û nasnameya azad gelên li Rojhilata Navîn e. Em Fermandar Egîd û hemû şehîdên meha Tebaxê bi bîr tînin û soza hildana tola şehîdan didin.“

Rûken Ehmed anî ziman ku bandora Pêngava 15’ê Tebaxê ya 38 sal berê li ser Rojhilata Navîn, bi taybetî li ser çar parçeyên Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye û got: “Bi çalakiya 15’ê Tebaxê li dijî propaxandaya Kurd nikarin li ser pêyên xwe bisekinin peyameke zelal ji bo dijmin hat dayîn.“