QSD nasnameyên 5 şehîdan aşkera kir

QSD’ê nasnameya 5 şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê yên ku du di encama êrîşa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk de li dijî nuqteyekê li gundewarê navçeya Amûdê şehîd bûn, aşkara kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şervanên xwe yên ku duh di necama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li gundewarê navçeya Amûdê şehîd bûn, aşkara kir.

Daxuyaniya QSD‘ê wiha ye:

“Hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe li dijî herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Jîngehan, navendên xizmetguzarî yên sivîl û saziyên stratejîk bi hemû cureyên çekên giran, topavêj û balafirên bêmirov dike hedef.

Dewleta Tirk a dagirker bi zêdekirina êrîşên xwe armanc dike ewlehiya herêmên me têk bibe û şêniyan bitirsîne.

Lê şervanên me li hemû eniyan, berxwedaneke dîrokî li hember dagirkeriyê û çeteyên wê nîşan didin. Bi xwîna xwe destanên lehengiyê xêz dikin.

Di vê çarçoveyê de, duh êvarê 5 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê di encama êrîşa balafireke bêmirov a biçek de li dijî nuqteyekê li herêma Amûdê şehîd bûn.

Destpêkê em sersaxî ji xwe û ji malbatên her 5 şehîdan re dixwazin. Em soz didin wan ku tola şehîdan hilînin û heta pêkanîna xewn û hêviyên wan ku ji bona wê şehîd bûne, dê şopdarên rêya wan bin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Baran Amûdê

Nav û paşnav: Ehmed Mihemed Qafûr

Dayik: Qedriye

Bav: Mihemed

Cih û dîroka ji dayikbûnê: Amûdê, gundê Tiwîz 2004`an

Cih û dîroka şehadetê: Amûdê, gundê Sinciq Sadûn, 16`ê Tebaxa 2022`yan

Nasnav: Demhat Amûdê

Nav û paşnav: Seed Rêzan Xelîl

Dayik: Suad

Bav: Rêzan

Cih û dîroka ji dayikbûnê: Amûdê, gundê Ehniye, 2002

Cih û dîroka şehadetê: Amûdê, gundê Sinciq Sadûn, 16`ê Tebaxa 2022`yan

Nasnav: Şoreş Dirbêsiyê

Nav û paşnav: Mahir Rakan El-Mixlif

Dayik: Zehra

Bav: Rakan

Cih û dîroka ji dayikbûnê: Qamişlo-gundê Suleyma, 2003`ê

Cih û dîroka şehadetê: Amûdê, gundê Sinciq Sadûn, 16`ê Tebaxa 2022`yan

Nasnav: Ronî Can

Nav û paşnav: Mehmûd Ehmed Mislet

Dayik: Sureya

Bav: Ehmed

Cih û dîroka ji dayikbûnê: Amûdê, 2000

Cih û dîroka şehadetê: Amûdê, gundê Sinciq Sadûn, 16`ê Tebaxa 2022`yan

Nasnav: Baz Amûdê

Nav û paşnav: Welîd Hemîd Hemê

Dayik: Alya

Bav: Hemîd

Cih û dîroka ji dayikbûnê: Amûdê, 1999`an

Cih û dîroka şehadetê: Amûdê, gundê Sinciq Sadûn, 16`ê Tebaxa 2022`yan.”