Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Şera û Şehbayê kir

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Şewarxa û Tat Meraş ên Şera kir û bi balafireke bêmirov a biçe baregeha Minnix a girêdayî dewleta Şamê ya Şehbayê bombe kir.

Dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî gundên Şewarxa û Tat Meraş ên navçeya Şera ya Kantona Efrînê topbaran dike. Heta niha zêdetirî 200 top li herêmê ketine.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a biçe nuqteya hêzên hikûmeta Şamê ya li balafirgeha Minix a Kantona Şehbayê bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de ziyanên madî çêbûn.