Şêniyên Kobanê: Em ê heta dawiyê li ber dagirkeriyê rabin

Şêniyên Kantona Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker nerazîbûnê xwe anî ziman û gotin, “Em ê axê xwe bernedin û heta dawî em ê li ber xwe bidin.”

Navenda bajarê Kobanê, Girê Miştenûrê û rêya Helebê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin bombekirin. Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Xerbîsan, Qeremox, Koran, Hêho, Elîşar, Mar Simîl (Merc Îsmaîl) yên li ser sînorên rojhilatê Kobanê dike. Her wiha gundên Boban, Şiftek, Selîm û Aşme yên rojavayê Kobanê jî tên bombekirin. Di heman demê de gundê Şêxler a jorîn ku li qiraxa Çemê Firatê ye, bi çekên giran bê navber tê bombekirin. Şêniyên Kantona Kobanê li dijî bombebarana dewleta Tirk a dagirker ku ji sibehê ve destpêkiriye û di encamê de birîndar û şehîd çêbûn, nerazîbûnê xwe anîn ziman.

Hacîre Hisên diyar kir ku sibê ew bi dengê bombebaranê rabûne û got, “Merwa jî birîndar bû. Me rakir nexweşxanê. Bi rojan e bêy navber herêmên me bombebaran dikin. Em ê wek gel ên li herêmê hevgirtina xwe xurt bikin û li dijî dagirkeriyê derkevin. Em natirs in. Êdî dewleta Tirk û Erdogan têk diçin. Ji ber vê dixwazin tola têkçûna xwe ji gel derînin. Serketin a gelan e. Em ê berxwedana xwe xurt bikin.”

Ebîd Mihemed Hecî yê 12 salî sibehê di encama bombebaranê de şehîd bû. Dayîka Ebîd Mihemed Hecî anî ziman ku wan sibê ji bo pezên xwe biçêrînin, derketibûn derve û wiha axivî, “Me çi kiriye êrîşê me dike. Dewleta Tirk a dagirker kurê min şehîd kir.” 

Welatiyê birîndar Ele Ehmed Îbo jî wiha got, “Ez li mala apê xwe bûm. Tevî xizmên xwe em rûniştî bûn. Bi carekê obus li nava me ket. Ji ber teqînê ez ketim nava axê min tiştek dora xwe nedît êdî. Em ê serî netewînin.”