Dagirker bombeyan li navenda Kobanê û gelek deveran dibarînin

Dewleta Tirk a dagirker, bombeyan li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê dibarîne.

Navenda bajarê Kobanê, Girê Miştenûrê û rêya Helebê hatin bombekirin. Navenda bajarê Kobanê û derdora wê, her wiha gundên li rojavayê Kobanê jî têne bombekirin.

Gundên li rojavayê Kobanê; Boban, Siftek, Selîm û Aşme jî têne bombekirin. Gundê Şêxler a Jorîn ku li qiraxa Çemê Firatê ye û li pêşberî Cerablûs a dagirkirî ye, bi çekên giran tê bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker gundê Cirnikê yê li rojavayê navçeya Amûdê û gundê Çetel ê li rojavayê navçeya Dirbêsiyê bi çekên giran bombe kir.

Li gorî nûçeya li malpera Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, dewleta Tirk a dagirker ji qereqola li gundê Toxar Kebîrê hawanan diavêje gundên Cat û Masî yên li bakurê Minbicê.

Bombardûmana li van gundan dewam dike.

Derdora Akademiya Hêzên Soronto yên Suryanî ku li gundê Rotanê yê li bakurrojavayê navçeya Tirbespiyê ye bi 3 topan hate bombekirin.

Dagirker li rojavayê Til Temirê jî bombeyan li gundên Gozeliyê, Til Leben, Um Xêr, Til Tewîla Asûran û Selmaseyê dibarînin. Bombardûmana li ser gundê Til Tewilayê dewam dike.

Ji ber bombardûmana giran xisareke cidî li gundan û bexçeyên gundiyan bû.

Her wiha derdora gundên Bênê, Sonxanekê û Qinêtirê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê tê bombekirin. Li gorî agahiyan zêdeyî 30 obus li herêmê ketine.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Erîda, Leqleqo, Swan, Xirbet Beqer û Kopirlekê yên Girê Spî bi çekên giran bombe dike.

Dewleta Tirk a dagirker her wiha bombeyan il navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê dibarîne. Ji ber vê bombardûmanê zarokê bi navê Feysel Hemed ê 11 salî birîndar bû.