Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê konferansa xwe ya 8’emîn li dar xist

Li Ehdasê Konferansa 8’emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê dest pê kir.

Konferansa 8’emîn a malbatên şehîdan ya herêma Efrînê bi dirûşmeya "Li ser şopa şehîdan bi şerê gel ê şoreşgerî em ê bi ser bikevin" li Hola Mîtan li navçeya Ehdasê dest pê kir.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Xedîce Îbo û Fewzî Mistefa, ji rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Rewşen Ehmed û li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şehbayê bavê şehîd Ezîz, ji bo dîwanê hatin hilbijartin.

Axaftina destpêkê ji aliyê dayika şehîdan Sûreye Hebeş ve hate kirin. Sûreye bixêrhatina beşdaran kir û konferansa 8’emîn pîroz kir.

Piştre wê Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Cîger biaxive, wê rapora 2 salan bê xwendin, pêşniyaz were kirin û rêveberî were hilbijartin.