Yekîtiya Jinên Ciwan: Em ê bi rêbazên şerê gel ê şoreşgerî bersiv bidin dagirkeriyê

Yekîtiya Jinên Ciwan têkîldarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî dan û gotin, “Em ê weke jinên ciwan ên Herêma Firatê bi şerê gel ê şoreşgerî li dijî her cureyê dagirkeriyê şer bikin û bi serbikevin.”

Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê têkîldarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Perwerdê ya Herêma Firatê Rozîv Bûşrî ve hat xwendin.

Rozîv Bûşrî diyar kir ku dewleta Tirk ji destpêka şoreşa Sûriyeyê êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha got, “Armanca dewleta Tirk a dagirker tevahî Kurdistanê dagirkirine. Bi êrîşên xwe dixwaze welatiyên li herêmê bide koçkirin. Bêy navber êrîşê çiyayên azad dike û çekên qedexekirî yên kîmyawî bikar tîne. Şerekî dijî zagonên mirovahî tê pêk anîn.”

ARMANC QIRKIRIN Û KOÇBERKIRIN E

Bûşrî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker wê ti carî nekaribe vîna gel û gerîla yê berxwedanê têk bibe û wiha domand, “Di encama êrîşên li ser herêmên me de gelek jin, zarok û mêr şehîd bûn û birîndar bûn. Armanc qirkirin û koçberkirina gelan e. Em ê bi rêbazê şerê gel ê şoreşgerî yê ku Rêber Apo daye avakirin, li ber xwe bidin. Em ê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin û li dijî dijminê hov şer bikin.”

Di dawiya daxuyaniya Yekîtiya Jinên Ciwan de ev tişt hat gotin, “Em ê weke jinên ciwan ên Herêma Firatê bi şerê gel ê şoreşgerî li dijî her cureyê dagirkeriyê şer bikin û bi serbikevin.”