QSD'ê 3 caran bersiv da: 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

QSD'ê ragihand ku li ser sînorên Riha, Dîlok û Mêrdînê bersiv dane êrîşên dewleta Tirk a dagirker û di encamê de herî kêm 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da. QSD'ê ragihand ku ji bo tolhildana kesên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de li Kobanê û Amûdê şehîd bûne, hêzên wan li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî lidar xistine.

Di daxuyaniya QSD'ê de têkildarî çalakiyan ev agahî hatin dayîn:

"Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj zêdetir dike. Di van êrîşan de bi piranî mirovên sivîl tên hedefgirtin. Herî dawî di 16`ê Tebaxê de li Kobanê zarokek şehîd ket û 4 kes jî birîndar bûn. Heman rojê, balafireke bêmirov a biçek a artêşa Tirk a dagirker li gundewarên Amûdê êrîşek li dijî nuqteyeke Hêzên Erka Xweparastinê pêk anî û di encamê de 5 şervan şehîd bûn û gelek kes ku hewl didan birîndaran rakin nexweşxaneyê jî birîndar bûn.

Ji bo bersivdayîna van êrîşan hêzên me li hember artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakiyên bibandor hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;

Li sînorên bajarên Riha, Dîlok û Mêrdînê, li hember artêşa Tirk a dagirker 3 çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin.

Di çalakiya yekemîn de, li nêzî qereqola Çiçekalan a li navçeya Bêrecûk a bajarê Rihayê, dema ku 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker li derdora obîseke bi cureya T-155 kom bûbûn, hatin hedefgirtin. Di encama wê çalakiyê de li gorî agahiyên ku hatin girtin, efserek û endamekî îstixbaratê jî di nav de bi giştî 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Gelek birîndarên dijmin jî hene lê der barê hejmara birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Di encama wê çalakiyê de cebilxaneya baregehê jî teqiya.

Di çalakiya duyemîn de, qereqola Koprubati ya girêdayî navçeya Karkamiş ya bajarê Dîlokê hat hedefgirtin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk a dagirker nehatin zelalkirin.

Çalakiya sêyemîn li sînorê bajarê Mêrdînê hat lidarxistin. Di çalakiyê de seyareyeke bi cureya Kîrpi hat hedefgirtin. Di encama wê çalakiyê de leşkerek hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Di wan çalakiyan de bi giştî 7 endamên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, herî kêm 3 leşker jî birîndar bûn. Li dijî her cure êrişên dewleta Tirk a dagirker, çalakiyên me yên bersivdayînê wê berdewam bikin."