'Bila ti hêz hesabên vala li ser Rojava neke'

Endamên HPC'ê yên li Qamişloyê li dijî dagirkeriyê kon vedane, diyar kirin ku divê ti hêz hesabên vala li ser Rojava nekin û gotin, "Rojava bi şervanên xwe yên azadiyê li dijî çeteyên hov ên DAÎŞ’ê destan nivîsîn."

Hêzên Parastina Civakê (HPC) û Endamên Rêxistina Kongra Starê li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ku di encamê de gelek sivîl şehîd bûn û birîndar bûn, çalakiya konvedanê ku li pêşiya avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY’ê lidar xistibûn di roja 7’emîn de dewam dike.

Gelek endamên sazî û meclîsên Herêma Cizîrê jî piştgirî dan vê çalakiyê. Her wiha şêniyên herêmê jî ji bo dengê xwe bi raya giştî bidin bîhistin û zarokên wan neyên qetilkirin tevlî çalakiyê bûn.

Endama Hêza Parastina Civakî Enûda diyar kir ku 11’e sal in dewleta Tirk bênavber êrîşê herêmên wan dike û wiha got, “Her roj sivîl tên qetilkirin. Dewleta Tirk bêyî ku bêje jin e, zarok e û kal e êrîş dike û sivîlên bêguneh qetil dike. Tevahî cîhan guhên xwe girtine. Divê bê zanîn, em ê her dem piştgirî bidin berxwedana zarokên xwe.”

Rêveberiya Hêza Parastina Civakî ya bajarê Qamişlo Selah El Dîn Helbo nerazîbûnên xwe ya li dijî gef, êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî anî ziman û wiha got, “Armanca me ji vê çalakiyê ew e ku bêdengiya welatên navneteweyî xirakirine. Divê tu hêz li ser Rojava hesabên vala neke. Rojava bi şervanên xwe yên azadiyê li dijî çeteyên hov ên DAÎŞ’ê destan nivîsîn. Ne tenê parastina Kurdan, parastina tevahî netewan esas girt. Ligel ku ev rastî tê zanîn her roj balafirên bêmirov yên bi çek li ser herêmê digere û sivîlan qetil dike. Banga me ew e, eger hêzên navneteweyî yên cîhanî erkên xwe bi cih neyinin û parastina vî gelî nekin, bila ji vê xakê derkevin. Em ê bi xwe parastina xwe bikin.”