Ciwanên Kobanê li dijî êrîşan daketin qadan

Bi dehan ciwanên Kobanê li dijî bombebarana dewleta Tirk a dagiker ya li ser Kobanê daketin qadan û çalakî lidarxistin.

Dewleta Tirk a dagirker di saet 10.00’an de taxên Kaniya Kurdan, Kobanê Nû, Girê Meştenûr, gundên Seftik, Boban, Kor Elî, Biyadiye, Zor Mixar, Şiyûx Jêrin û Şixyûx Jorîn ên rojavayê kantonê, gundên Qere Mox û Koran ên rojhilatê wê  bi çekên giran topbaran kir. Ciwanên Kobanê li hemberî êrîşan daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a dagiker protesokirin.

Ligel topbarana dijwar, lê bi dehan ciwanên bajêr daketin qadan û li dijî êrîşan xwepêşandan li dar xist.

Ciwanan di çalakiyê de anî ziman ku ew ê li hember dagirkeriya Tirk, êrîş û planên wê li ber xwe bidin û gotin: “Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşan dixwaze herêmê bide valekirin û xelkê herêmê ji warê xwe koç bike.“