Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê: Em ê li ser şopa şehîdan bin

Di 16՛ê Tebaxê de di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 4 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê şehîd bûbûn. Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê diyar kir ew ê li ser şopa şehîdan têkoşîna li hemberî dagirkeriyê mezin bikin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li nuqteyeke Hêzên Erka Xweparastinê ya li gundewarê Amûdê daxuyaniyek dabû û tê de soza tolhildanê bi rêbazên leşkerî yên guncaw dabû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê daxuyaniyek da û tê de êriş, topbaran û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk her roj bi tank, top û balafirên bêmirov êrişî herêmên me dike, di encamê de zirar û windahiyên mezin çêdibin. Lê li hember van êriş, binpêkirin û sûcan civata neteweyî bêdeng e. Em ji wê re dibêjin ku çi qas êriş, topbaran û bombebaran mezin bin û em şehîdan jî bidin, lê tu kes nikare vîna gelê me bişikîne û tune bike. Em vîna xwe ji şervan, gerîla û şehîdên xwe distînin.”

Em malbatên şehîdan soz didin ku em ê li ser şopa şehîdên xwe bin û tu kes nikare vîna me bişikîne. Rast e hêzên navneteweyî çav û guhê xwe ji van binpêkirin û sûcan re digirin, lê em dibêjin hûn jî şirîkên van êrişan in, hûn jî şirîkên terorîstan û Erdogan in. Ji ber ku di 2019’an de dema êriş li ser Girê Spî û Serêkaniyê çêbû, wê demê peymana agirbestê hate îmzekirin, lê dewletên di nava wê peymanê de dengê xwe li hember van êrişan nakin, wê demê bi hevkariya wan ev sûc pêk tên.

Em soz didin gel û şehîdên xwe ku em tu caran li hember van êrişan serî natewînin, em ê li ser axa xwe bijîn û bi şehîdên xwe ve girêdayî bin û tu carî gav bi paş ve neavêjin."

Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.