ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Ehdasê çalakiya konvedanê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya Kantona Efrîn û Şehbayê bi sozdayîna geşkirina têkoşînê û xebata ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mezlûm Qamişlo hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mezlûm Qamişlo yê di êrîşa terorîstî ya bajarê Şihêl a Kantona Cizîrê birîndar bibû û piştre şehîd bû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin. -
Rêveberiya Xweser amade ye bi Komkara Erebî re bixebite
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku têkildarî mijarên “têkoşîna li dijî terorê, pêkanîna ewlehiyê û pêşî girtina li guhertina demografîk” ew amade ne bi Komkara Erebî re hevkariyê bikin. -
QSD: Hevalê me Mazlûm Qamişlî şehîd bû
QSD’ê ragihand ku şervanê wan Mazlûm Qamişlî (Basil Lorans El Hiso) ê di êrîşa çeteyan de birîndar bûbû, şehîd bû. -
Dewleta Tirk bombe li stasyona petrolê barand
Artêşa Tirk a dagirker li bajarê Tirbespiyê yê Kantona Cizîrê, bombe li stasyoneke petrolê barand. -
Endamên TCŞ’ê: Heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, em ê têbikoşin
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ên li Reqa û Dêrezorê ragihandin ku ew bi xebatên xwe hewl didin fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş belav bikin û peyama “em ê têkoşîn û berxwedanê bidomînin” dan. -
'Dinya hewl dide barê DAÎŞ'ê li ser milê Rêveberiya Xweser bihêle'
Xalid Îbrahîm got, "Çawa ku ji bo şerê li dijî DAÎŞ'ê koalîsyoneke navneteweyî hate avakirin, divê ji bo vegera malbatên DAÎŞ'î jî bi heman rengî koalîsyoneke navneteweyî kom bibe." -
TEV-DEM: Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike
TEV-DEM'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker sûdê ji bêdengiya navneteweyî werdigire û êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike. -
Dewleta Tirk li Şehbayê zarokek qetil kir
Di êrişên artêşa Tirk a dagirker de yên roja Şemiyê li Şehbayê kir, Faris Îbrahîm ê 13 salî ku bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. -
Rayedarên Kantona Efrîn-Şehbayê li nexweşxaneyê serdana zarokên birîndar kirin
Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn-Şehbayê serdana 2 zarokên li nexweşxaneyê kirin ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûn. -
Konferansa Malbatên Şehîdan: Divê em xwedî li şehîdan derkevin
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê de axivî û got, “Erka malbatên şehîdan ew e ku li ku dibe bila bibe divê em xwedî li şehîdên xwe û li tevger û saziyên xwe derkevin. -
Hakî Karer li 11 navendên Rojava hat bibîranîn
Şehîdê pêşeng ê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Hakî Karer di salvegera 47’an a şehadeta xwe de li 11 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat bibîranîn. -
Partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî ‘Doza Kobanê’ dan
33 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî cezayên giran ên di Doza Kobanê de li siyasetmedarên Kurd hatine birîn, dan û gotin “Em li gel siyasetmedarên Kurd in.” -
Dewleta Tirk li Şehbayê 4 zarok birîndar kir
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Şehbayê de 4 zarok birîndar bûn. -
Dewleta Tirk a dagirker bombe li Minbicê barand: 3 kes birîndar bûn
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Minbicê de, yek jê zarok 3 kes birîndar bûn. -
‘Çawa wan Kobanê parast, em ê jî bi heman rengî xwedî li wan derkevin’
Şêniyên Kantona Firatê biryarên di Doza Kobanê de hatine dayîn şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew ê heta dawiyê piştgiriyê bidin siyasetmedarên Kurd. -
Li Minbic û Şehbayê êrîşên dagirkeriyê: 2 zarok birîndar bûn
Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Minbicê bombebaran dike û di bombebarana li Şehbayê de jî 2 zarok birîndar bûn. -
‘Di xweparastinê de bû mînak’
Mehmûd Mihemed Nûr Salih bi dilsoziya xwe ya axa xwe û bi berpirsiyariya xwe ya xweparastinê di berxwedana Şêxmeqsûdê de bû mînak. -
Şehîdên Meha Gulanê li Kantona Firatê hatin bibîranîn
Xelkê Kantona Firatê Şehîdên Meha Gulanê û Şehîd Hakî Karer li Goristana Şehîd Dicla a li başûrê bajarê Kobanê bi bîr anîn. -
Xelkê Kantona Firatê li dijî biryara Doza Kobanê daketin qadan
Gelê Kantona Firatê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Firatê li dijî biryara dadgeha bê hiquqiya di derbarê doza Kobanê de daketin qadan. -
Dewleta Tirk li Efrînê kesekî din revand
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "Polîsên Leşkerî" kesekî din li Cindirêsê revand. -
Li Efrînê du kes hatin revandin
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirês a Efrînê du kes revandin û birin cihekî nayê zanîn. -
Tevgera Ciwanên Şoreşger: Dijminên şoreşê dixwazin rastiyê berovajî bikin
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî derbarê hewldanên reşkirina tevgera xwe de daxuyaniyekî nivîskî da û diyar kir ku ti eleqeya wan bi bûyerên şewitandin û revandinê re nîne. -
Li Kantona Firatê dema çinînê
Sewsen Dabanê got, heya niha 610 patos hatine qeydkirin û ji 2`yê Gulanê ve dest bi çinîna genim û ceh hatiye kirin. Her wiha 3 navendên sereke li Kantona Firatê hatine amadekirin û li gorî texmînan jî wê bi qasî 80 hezar ton genim were wergirtin. -
Li Kobanê cenazeyê şehîdekî hat veşartin, sê şehîd jî hatin bîranîn
Şêniyên Kantona Firatê cenazeyê Şehîd Egîd Kobanê bi merasîmeke biheybet li goristana Şehîd Dicle ya li başûrê Kobanê spartin axê û her wiha di merasîmê de Şehîd Fîraz Artêş, Denîz Aras Kobanê û Zîn Zagros hatin bibîranîn.