BI DÎMEN

‘Di xweparastinê de bû mînak’

Mehmûd Mihemed Nûr Salih bi dilsoziya xwe ya axa xwe û bi berpirsiyariya xwe ya xweparastinê di berxwedana Şêxmeqsûdê de bû mînak.

XWEPARASTIN

Mehmûd Mihemed Nûr Salih (61) ji bo hişmendîkirina civakê di ewlehiyê de, ji bo ku ferd xwe biparêzin û hevgirtina civakî zêde bikin û belavkirina têgihiştina xweparastinê li taxa Şêxmeqsûdê bû mirovekî mînak.

Taxa Şêxmeqsûd a Helebê di navbera salên 2013-2016’an de ji aliyê hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve hat dorpêçkirin û êrîşên giran lê qewimî. Gel li dijî van êrîşan berxwedaneke xurt nîşan da û êrîşan têk bir. Şêniyên taxê ji bo xwe biparêzin û li hemberî metirsiyan amade bibin dema qala xweparastinê tê kirin, balê dikişînin ser rêxistinbûna Mehmûd Mihemed Nûr Salih.

NUQTEYA KONTROLÊ HÊ JÎ BI NAVÊ XWE TÊ BÎRANÎN

Mehmûd Mihemed Nûr Salih ku ji bajarê Cindirês yê Efrînê ye û di nava gel de bi navê Ebû Mihemed tê naskirin, li Helebê ji dayik bûye û mezin bûye. Di sala 2013’an de tevlî berxwedana Şêxmeqsûd bû û biryardariya xwe ya parastina ax û gelê xwe raber kir. Mehmûd ku beriya êrîşa li ser Şêxmeqsûdê karê tamîrkirinê dikir, li Şêxmeqsûdê bi malbata xwe re jiyanekî kêfxweş derbas dikir.

Dema ku şer nêzîk bû, ji Şêxmeqsûdê derneket, bi nuqteya kontrolê ku bi destên xwe ava kir, xwedî li ax û taxa xwe derket. Ev nuqte hê jî weke nuqteya Ebû Mihemed tê binavkirin.

Mehmûd ku hîna li ser nuqteya kontrolê ye, bal kişand ser girîngiya xweparastinê. Mehmûd diyar kir ku ew ji bo pêkanîna ewlehiya şêniyên taxê, tevdîrên xweparastinê girtine û destnîşan kir ku divê ev têgihiştin ne demkî, lê mayînde be. Mehmûd ku hîna jî li hember ax, gel û taxa xwe bi berpirsiyarî tevger dike, di her firsendê de qala girîngiya xweparastinê dike.