Swîsre ji 'Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz' re amade ye

Festîvala jinan a ji bo bîranîna Sakîne Cansiz tê lidarxistin, vê Şemiyê wê li bajarê Zurich ê Swîsreyê pêk were.

FESTÎVALA SAKÎNE CANSIZ

Festîvala Jinan a Sakîna Cansiz bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi hevkariya zêdeyî 20 saziyên jinan îsal cara 12'emîn tê lidarxistin. Dirûşma festîvalê ya îsal bi vî rengî ye; "Em destketiyên jinan diparêzin, bi Jin, Jiyan, Azadî civaka demokratîk ava dikin."

Komîteya Amadekar a Festîvalê ji bo nirxandina kar û amadekariyên dawî yên teknîkî li qada Kasernenareal a festîvalê civînek lidar xist. Di civînê de plansaziya li ser wezîfeyê hate kirin.

Endama Komîteya Festîvalê û Hevseroka Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) Dîlan Çetînkaya û berdekva demê ya YJK-S'ê Selma Surer piştî civînê ji ANF'ê re axivîn û li ser amadekariyan aagahî dan. Hate ragihandin ku li her devera Navendên Civaka Kurd hene otobus hatine amadekirin û li gorî ruhê dema nû wê festîvalê bi rengekî bi heybet bê lidarxistin.

Dîlan Çetînkaya anî ziman ku xebatên wan ji bo festîvalê bê navber dewam dikin û got, "Li hemû qadên ku komunên me lê ne belavok têne belavkirin. Hevalên me serdana esnaf û malan dikin. Li hemû kantonan bi coşeke mezin amadekarî dewam dikin."

Çetînkaya ragihand ku ew ji roja Şemiyê roja festîvalê re amade ne û got, "Tenê armanceke me heye, ew jî lidarxistina festîvaleke ku hêjayê hevala Sakîne be."

Dîlan Çetînkaya bang li gel kir ku roja Şemiyê li qada festîvalê be û got, "Belê festîval ji aliyê jinên Kurd ve tê lidarxistin, lê belê ji Swîsreyê nûnerên gelek partiyên siyasî, kolektîfên jinan, saziyên femînîst û hawirdorparêz ên jinan û saziyên jinan ên Tirkiyeyê jî tevlî dibin."

Dîlan Çetînkaya diyar kir ku festîvala îsal wê yekemcar bi pêşandaneke danasîna hunera parastina jinê destpê bike û got, "Em ê îsal yekemcar bi hunera parastina jinê Wendo dest bi festîvala xwe bikin. Karên atolyeyê wê hebin. Her wiha gelek dostên me wê peyamên xwe pêşkêş bikin."

Selma Surer jî anî ziman ku amadekariyên wan ên ji bo festîvalê qediya ne û li bendê ne ku her kes roja Şemiyê tevlî festîvalê bibin.

Ji bo zarokan jî diyar kir ku wê Zarok Ma tevlî festîvalê bibe û zarok pê şa bibin.

Di festîvala îsal de wê hunermend: Sasa Serap, Jala, Zerifa Zerrin, Gulan, Silav Rojava, Awaze Mitra û Koma Erebane ya ser bi Tevgera Çandê ya Mizgîn hunera xwe pêşkêş bikin.

Her wiha koma govendê ya jinê û koma govendên Kurdî ya Swîsreyê jî wê reng bidin festîvalê. Weke her sal wê konekî ji dengbêjên jin jî bê danîn.

Ji bo kesên tevlî festîvalê bibin wê li gel standên xwarinê standên agahdarkirinê yên saziyên jinan jî hebin.