Dewleta Tirk li Şehbayê zarokek qetil kir

Di êrişên artêşa Tirk a dagirker de yên roja Şemiyê li Şehbayê kir, Faris Îbrahîm ê 13 salî ku bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Zarokê bi navê Faris Îbrahîm (13) ku li gel birayekî xwe û 2 hevalên xwe yên din di êrişa dewleta Tirk a li Şehbayê birîndar bû, şehîd bû.

Dewleta Tirk a dagirker duh gundên Simûqa, Til Medîq, Til Cîcan û Bendava Şehbayê û Um Hoş ên girêdayî kantona Efrîn-Şehbayê bi obîs û hewanan topbaran kirin. Di encama topbarana li ser Bendava Şehbayê de zarokên bi navên Duha Hesen (16), Xedîce Îsmelî (15), Meter Îbrahîm (14) û Faris Îbrahîm (13) birîndar bûn.

Zarokên birîndar veguhestin Nexweşxaneya Avrîn a li bajarokê Fafînê. Duha Hesen û Xedîce Îsmelî duh piştî dawî birin rewşa wan baş bû, vegeriyan malên xwe. Meter Îbrahîm ê li lingê xwe ve birîndar bûye hîna tedawiyê didomîne.

Faris Îbrahîm ku bi giranî birîndar bûbû, beriya çend kêliyan li Nexweşxaneya Avrîn şehîd bû.