TEV-DEM: Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike

TEV-DEM'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker sûdê ji bêdengiya navneteweyî werdigire û êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dike.

DAXUYANIYA TEV-DEMÊ

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hedefkirina qadên sivîlan û yên çandiniyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bi bîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van rojan de gundên kantonên Efr-Şehba û Minbicê bi dijwarî topbaran dikin. Hate gotin, li gundê Simuqa yê Şehbayê komkujiyek pêk anî, di encamê de zarok jî di nav de hejmarek sivîl birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên rasterast ên li ser qadên çandinî û welatiyan binpêkirina qanûnê ye û hat gotin: "Dewleta Tirk siyaseta  ’Her tiştî bide ber xwe û bişewitine’ dimeşîne. Ev siyaset berdewma siyaseta qirkirina siyasî ya li dijî gelê me ye. Wêrankirina binesaziya çandinî û şewitandina wê tê wateya têkbirina aboriya civakî, lawazkirina berhemên çandiniyê. Armanc jê şikandina îradeya welatiyan û kuştina jiyanê ye."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di serî de koçber şêniyên kantona Efrîn- Şehbayê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û dorpêça hikumeta Şamê ferz kiriye li ber xwe dide û hate gotin: "Dewleta Tirk êrişên xwe yên ji bo rakirina tolê ji îrade û berxwedana gel zêde dike. Ev îrade û berxwedan zemîna jiyana azad e."

Di daxuyaniyê de, NY’yê û saziyên wê di serî de bang li civata navneteweyî hat kirin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin bila êriş û sûcên xwe li dijî şêniyên herêmê rawestîne û hate gotin: "Dewleta Tirk sûdê ji bêdengiya navneteweyî digire û êrişên xwe zêdetir dike."