ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
'Em ê her rojê zimanê xwe ji dagirkeriyê û windabûnê biparêzin'
"Di odeyeke biçûk de, bi komeke biçûk a amadekirina mamosteyan û bi wan tîpên pîroz em gihîştin asteke bilind ku zimanê me di asta masterê de li zanîngehan tê xwendin. Ew zimanê qedexe bû şoreşek." -
Cejna Zimanê Kurdî li Kantona Firatê bi coş hat pîrozkirin
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê, Zanîngeha Kobanê û SZK’ê Cejna Zimanê Kurdî bi coş pîroz kirin. -
Ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî yên Qamişloyê re civiyan
Înîsiyatîfa ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê ku navenda wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, serdana gelek partiyên siyasî kir û xwest têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xurtkirin. -
Şêniyên Minbicê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
Şêniyên Minbicê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Li Qamişlo, Şehba û Çilaxayê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
Li Qamişlo, Şehba û Çilaxayê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên curbecur hate pîrozkirin. -
Meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd
Şêniyên Til Temir û Zirganê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
'Kampanyaya azadiya Rêber Ocalan pêwiste berfirehtir bibe'
Berdevka Kongra Star da zanîn ku divê kampanyaya "Ji bo Rêber Apo Azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hîn bêhtir mezin û berfirehtir bibe. -
Li Reqayê DAÎŞ'iyên amadekariya êrişê dikirin hatin girtin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Jinê (YPJ) ragihand ku li Reqayê hucreyeke DAÎŞ'ê hate têkbirin ku amadekariya êrişê dikir. -
QSD: Hevrêyê me Îbrahîm Mihemed El Ziêtir di qezaya trafîkê de şehîd bû
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanekî wan 13'ê Gulanê li Kobanê di qezaya trafîkê de şehîd bûye. -
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê: Zimanê me nasname û hebûn e
Xwendekarên beşa ziman û wêjeya Kurdî ya zanîngeha Kobanê diyar kirin ku di nava tiliyên zêrîn û di serdema qirkirinê de zimanê Kurdî derket pêş û destnîşan kirin ew ê xwedî li zimanê xwe derkevin û zimanê xwe jî bigihînin asta cîhanî. -
'Perwerdeya bi Kurdî li malan destpê kir, îro mufredata xwe ava kir'
Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî bal kişand ser pêşketinên li qada perwerdeyê ya bi şoreşê re û got, "Perwerdeya bi zimanê dayikê ku li malan bi kûrsan destpê kir îro mufredata xwe ava kir." -
Cenazeyê şervanê QSD'ê Îbrahîm Ziêtir li Sirînê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm Ziêtir yê di 13’ê Gulanê de dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Goristana Şehîdan a Sirînê hat veşartin. -
Ji ber topbarana dewleta Tirk 20 hektar zevî şewitî
Artêşa Tirk a dagirker gundên herêma Şehba topbaran kirin. Di encama topbaranan de 20 hektar zevî şewitîn. -
Ji bo gerîlayê HPG’ê Merwan Zirwan li Helebê merasîmeke xiyabî hat lidarxistin
Ji bo gerîlayê HPG’ê Merwan Zirwan (Ehmed Îbrahîm Ehmed) ê di 18’ê Nîsana 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li bajarê Helebê merasîmeke xiyabî hat lidarxistin. -
Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî çû serdana partiyan
Înîsiyatîfa ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî dest bi serdana partiyên siyasî kir. -
Bi hezaran kes tecrîda li Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin
Li Qamişlo û Dirbêsiyê tecrîda li Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin. -
QSD’ê nasnameya 3 şervanên şehîd eşkere kir
QSD’ê ragihand, di êrîşa ku çeteyên DAÎŞ’ê 10’ê Gulanê bi wesayîta bombebarkirî li dijî nuqteya kontrolê ya li bajarê Şihêlê pêk anî de, 3 şervanê wan şehîd bûn. -
Li Efrînê kesekî din hate revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundekî navçeya Şera ya Efrînê kesekî 42 salî revandin. -
Xwendekarên Kantona Firatê: Zimanê Kurdî evîn e
Xwendekarên dibistanên Kantona Firatê, diyar kirin ku ji ber ew bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiya xwe dibînin gelek kêfxweş in û gotin, “Zimanê Kurdî evîn e. Em xwedî lê derkev in.” -
Cenazeyê 2 şehîdên QSD’ê li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê 2 şehîdên QSD'ê, Elî El Elêwî û Mihemed El Receb ku 10’ê Gulanê li Dêrazorê di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê de Şehîd bûbûn, li Şedadê hat veşartin. -
Zarokên Kobanê ji bo silavkirina berxwedana gerîla, stran gotin
Zarokên Kobanê ji bo silavkirina berxwedaniyê gerîla stran pêşkêş kirin. Zarokan gotin ku gerîla ji bo wan welat û jiyan e. -
Kongreya Îslama Demokratîk bi dawî bû
Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû. Di kongreyê de hevserokên nû û 16 endamên Meclîsa Rêveber a Giştî û Koordînasyona Jinan hatin hilbijartin û girîngiya yekîtî û lihevkirinê ji bo avakirina civaka nû hate vegotin. -
Li Dêrikê tecrîda li ser Abdullah Ocalan hate şermezarkirin
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. -
Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev kom bû
Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê bi 540 delegeyan li hev kom bû. -
Cenazeyê Şehîd Esed Şêxo hat veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Esed Şêxo li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin.