Li Efrînê du kes hatin revandin

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirês a Efrînê du kes revandin û birin cihekî nayê zanîn.

DEWLETA TIRK DU KES REVANDIN

Li gorî şahidan îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "Polîsa Sivîl" şêniyê bi navê Ebdo Şêxo (46) û Nazmî Hemo (43) li navçeya Cindirêsê revandin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyan çavên her du şêniyan girtin û bi panzerekê ew birin.

Li herêmên dagirkirî, ewlehî tune ye, sûcên li dijî şêniyên wan herêman berdewam in.

Ji destpêka Gulanê ve û heta niha îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên wê 11 şênî li Efrînê revandine.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li ser malpera xwe 28’ê Nîsanê, navên 28 kesên di Nîsanê de li Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine revandin, weşandin.