Dizê ji Sendroma Stockholmê re bûbû îlham mir
Clark Olofsson ê ku têgeha ‘Sendroma Stockholmê’ derxistibû holê, di 78 saliya xwe de li Swêdê jiyana xwe ji dest da.
Clark Olofsson ê ku têgeha ‘Sendroma Stockholmê’ derxistibû holê, di 78 saliya xwe de li Swêdê jiyana xwe ji dest da.
Malbata Olofsson da zanîn ku wî ji ber nexweşiya xwe jiyana xwe ji dest daye.
Olofsson di sala 1973’yan de li bajarê Stockholmê yê Swêdê di krîzeke dîlgirtiyan a li bankaya bi navê Kreditbanken de ku 6 rojan dewam kiribû, rol lîstibû. Di dema bûyerê de dizê bankayê Janne Olsson çar welatî dîl girtibûn û daxwaz kiribû ku hemtawanê wî yê li girtîgehê Clark Olofsson bînin bankayê. Hikûmetê jî ev daxwaz qebûl kiribû.
Li gel hatina Olofsson bi taybetî jî dîlgirtiya bi navê Kristin Enmark, kêfa dîlgirtiyan ji Olofsson re hatibû. Welatiya dîlgirtî ya bi navê Enmark ev yek bi van gotinan anîbû ziman: ‘’Wî soz da min ku zirarê nade min, min jî jê bawer kir.’’ Dîlgirtiyan hem di dema bûyerê de hem jî piştî bûyerê parastina Olofsson kiribûn û heta di dema darizandinê de jî nexwestibûn ku têkildarî Olofsson îfadeyê bidin.
‘’Sendroma Stockholmê’’ ku piştî vê bûyerê li lîteratûra psîkolojiyê zêde bû, êdî ji bo rewşa jêhezkirina êrîşkaran hate bikaranîn. Lê belê li gorî hin pisporan ev rewş ne nexweşiyeke psîkolojîk e berovajî wê li hemberî trawmayê mekanîzmayeke xweparastinê ye.
Olofssonê ji ber gelek diziyên bi çekdarî, teşebusa kuştinê û bazirganiya tiryakê ceza lê hatiye birîn, piraniya temenê xwe li girtîgehê derbas kir. Her wiha jiyana wî di rêzefîlmekî bi navê ‘’Clark’’ de jî hatibû nîşandan.