BI DÎMEN

‘Çawa wan Kobanê parast, em ê jî bi heman rengî xwedî li wan derkevin’

Şêniyên Kantona Firatê biryarên di Doza Kobanê de hatine dayîn şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew ê heta dawiyê piştgiriyê bidin siyasetmedarên Kurd.

DOZA KOBANÊ

Kobanê piştî berxwedaniya 134 rojan di 26’ê Çileya 2015’an de hate rizgarkirin. Gelê Bakurê Kurdistanê jî bi dilgermî ji bo gelê Kobanê seferber bûn û gelek siyasetmedar û gel ji bo Kobanê di nava çalakiyan de bûn. Dewleta Tirk a dagirker di bin navê Doza Kobanê de gelek siyasetmedarên Kurd bi rengekî bê hiqûqî dadgeh kirin.

Têkildarî vê yekê şêniyên Kobanê ji ANF’ê re axivîn û got in ku ew ji zîndana dagirkeriyê mezintir in.

Ji Rêveberiya Kongra Star a Kantona Firatê Sûad Şêx Demîr diyar kir ku ev biryara di dadgehê de hatiye girtin, bê edaletî ye û got: "Divê gelê me li hemberî vê biryarê rabin ser piyan. Siyasetmedarên me yên Bakurê Kurdistanê û gelê me ji bo piştgiriya Kobanê rabûn ser piyan. Gelê me yê Bakurê Kurdistanê bi roj û şev di nava serhildanê de bûn ji bo Kobanê. Bi sekna xwe nehiştin ku welatê me bikeve destê teror û dagirkeriyê. Têkçûna terorê ya li Kobanê, ji dewleta Tirk re bûye kul û kîn."

Sûad anî ziman ku dagirkerî dixwaze bi riya dadgeha xwe ya bê hiqûq biryarên xwe li ser siyasetmedarên Kurd biteyîsîn e û wiha pêde çû: "Dixwaze tola xwe ji siyasetmedarên me yên Kurd, hilîne. Siyasetmedarên me tiştekî şaş nekirin, tenê piştgiriya gelê xwe kirin. Qaşo lijneya Mafê Mirovan heye, qaşo hiqûq di cîhanê de heye, lê berovajî wê her kesî xwe bêdeng kiriye. Weke gelê Kurd em ê li hemberî her kiryarên dagirkeriyê serî hildin. Çawa me bi Mazlûman û bi gotina ‘berxwedan jiyan e’ destpê kir, em ê jî Demîrtaş û rêhevalên wî jî dirûşmeya Berxwedan Jiyane biteyisînin. Çawa wan Kobanê parast û piştgirî dan Kobanê em ê jî xwedî li wan derkevin. Em ji zîndanê mezintir in."

Hevserokê Avê ya Kantona Firatê Mesûd Bozî biryarên di Doza Kobanê de hatine dayîn, şermezar kir û got: "Dewleta Tirk dîsa rûyê xwe yê DAÎŞ’ê eşkere dike, mafê mirovan û zagonên navnetewî binpê dike. heta di hilbijartinê de jî dîsa êrîş kir. Ew hem dixwaze tola têkçûna xwe ya li Kobanê, hem jî tola têkçûna xwe ya di hilbijartinan de, ji siyasetmedarên me yên Kurd bistîne. Ew cezayê ku hatî dayîn ew ne cezayekî însanî ye. Çawa wan piştgirya gelê Kobanê kir, em ê jî heta dawiyê pişt wan bin. Dewleta Tirk û DAÎŞ wê têk biçin. Kiryar û planên wan wê pêk neyên û em ê jî wek gelê Kobanê heta dawiyê piştgiriyê bidin siyasetmedarên xwe."

‘EW Ê BI GIRTÎGEHAN NEKARIN, DAWIYA ME BÎNIN’

Endama Rêveberiya Şaredariya Bajaroka Şêranê Medîne Seyid Ehmed jî axivî û got: "Dewleta Tirk bi rûyê xwe yê terorê êrîşî Kobanê kir û bi bin ket, ew têkçûn jê re bûye kîn. Ew nikare destdirêjiyê li ser siyasetmedarên me yên Kurd bike, tu carî nikare îradeya me bi van kiryaran têk bibin. Em bi zîndana tune nabin, em xwedî wê hêrsê ne û em ê bi wê hêrsê jî dewleta Tirk û heval bendên wan têk bibin."