BI DÎMEN

'Divê pêşî aştî bi xwezaya Kurdan re bê kirin'

Endamên Meclîsa Ekolojî ya Amedê yên ku dibêjin “Yên ku bi xwezayê re aştî nekin nikarin bi mirov re jî aştî pêk bînin” bang kirin ku hemû karên bi navê ‘ewlehiyê’ de tên kirin bêne rawestandin.

Li Amed bi beşdariya parêzer, ekolojîst, rojnamevan û welatiyên gundan, Meclîsa Ekolojiyê ya Amed hate damezrandin. Armanca meclîsê ew e ku li dijî polîtîkayên wêrankirina ekolojîk ên li bajêr têkoşînek hiqûqî û fîzîkî bide. Endamên meclîsê, bi balkişandina ser zêdebûna talankirina xwezayê di heman demê de bi nîqaşên aştiyê re gotin, "Kesên ku dixwazin bi mirovan re aştiyê bikin, divê bi xwezayê re jî aştiyê bikin."

ELÎDA ZERÎ: LI CIHEK HEMBERÎ XWEZAYÊ ŞER DESTPÊKIRIBE MIROV NIKARE BEHSA AŞTIYÊ BIKE

Endama Komeleya Ekolojiyê û Meclîsa Ekolojiyê ya Amed Elîda Zerî, diyar kir ku wêrankirina xwezayê ji aliyê dewletê ve ji ber sedemên ewlehiyê zirarê dide pêvajoya aştiyê. Elîda Zerî, anî ziman ku gundiyên ku bi dengê dînamîtan şiyar dibûn ji cihên xwe yên jiyanê hatine derxistin û destnîşan kir ku bi projeyên bendav, madenan û birîna daran re mirov neçar mane ku ji cih û warên xwe bi darê zorê koç bikin. Elîda Zerî got, "Dijminatiya li hember xwezayê dijminatiya li hember gel e," û xwest ku tavilê rawestandina wêrankirina ekolojîk bê kirin.

MAZLÛM YILMAZ: BI HINCETA EWLEHIYÊ XWEZA Û GEL HEDEF TÊN GIRTIN

Rêveberê Komeleya Ekolojiyê Mazlûm Yilmaz, got ku jiyana ekolojîk tê wateya ku hemû zindî di nava aştiyê de bijîn e. Yilmaz, diyar kir ku çalakiyên sermayedar (petrol, kevir, kanên qûmê) hevsengiya ekolojîk tehdît dikin. Yilmaz, anî ziman ku xweza û qadên jiyanê yên mirovan bi hinceta ewlehiya herêmê hatine hedefgirtin û got ku ji vir û pê ve êdî gef li ser ewlehiyê tune ye, divê ev êrîş bisekinin. Yilmaz, got ku qereqolên polîsan ên nû ji bo ewlehiya şîrketan hatine çêkirin û got ku ev polîtîka sermayeyê diparêzin, ne gelan. Yilmaz, da xuyakirin ku wêrankirina aborî û ekolojîk mirovan neçar dike ku koç bikin û got ku divê em bi hev re li dijî vê talankirinê şer bikin.

MEHEME YILMAZ: AŞTÎ DAR E, ÇIYA YE Û AV E

Meheme Yilmaz ê ji gundê Dokuzkatliyê yê Licê, diyar kir ku madena ku li gundê wan dixebite jiyana wan xera dike û tenê sermeyadaran dewlemend dike. Meheme Yilmaz, da xuyakirin ku ekolojî û aştî ji hev nayên veqetandin û got, "Aştî dar, çiya û av e." Yilmaz, diyar kir ku zirara ku li xwezayê tê kirin zirarê dide laşê mirovan jî û bêdengiya niştecihên bajêr li hember wêrankirina ku gundiyan dijîn rexne kir. Bi gotina "Tiştên ku îro bandorê li me dikin, sibê bêtir bandorê li wan dikin" banga têkoşînek hevbeş kir û got ku divê dewlet gavên bilez ji bo parastina xwezayê bavêje.