QSD: Hevalê me Mazlûm Qamişlî şehîd bû

QSD’ê ragihand ku şervanê wan Mazlûm Qamişlî (Basil Lorans El Hiso) ê di êrîşa çeteyan de birîndar bûbû, şehîd bû.

QSD'Ê NASNAMEYA ŞERVANEK XWE EŞKERE KIR

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê şehadeta Mazlûm Qamişlî (Basil Lorans El Hiso) de daxuyaniyek nivîskî weşand.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin: "Hevalê me Mazlûm û hejmarek hevalên din li hember êrîşa terorîst a li dijî deriyê sereke yê nuqteya leşkerî li ber xwe dan û nehiştin terorîst bikeve nuqteyê. Terorîstê êrîşkar xwe di erebeya tê de teqand. Di encamê de 3 şervanên me şehîd bûn û 7 din jî birîndar bûn. Hevalê me Mazlûm jî di nav birîndaran de bû, şehîd bû.

Em sersaxiyê ji malbata hevalê xwe yê şehîd û tevahî malbatên şehîdan re dixwazin. Em tola şehîdên xwe ji wan terorîstan û kujeran hilînin. Hêzên me serçeteyê û berpirsê êrîşa terorîst tune kir. Her wiha operasyonên me yên li dijî wan dê berdewam bikin ta ku em herêmên xwe ji terora wan xilas bikin."

Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne:

Nasnav: Mazlûm Qamişlî

Nav û paşnav: Basil El Hiso

Navê dayikê: Necle El Hiso

Navê bav: Lorans

Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Dolawiye- sala 1995

Cih û dîroka şehadetê: Nexweşxaneya Sarya-Hesekê-18-Gulana 2024"