BI DÎMEN

Şehîdên Meha Gulanê li Kantona Firatê hatin bibîranîn

Xelkê Kantona Firatê Şehîdên Meha Gulanê û Şehîd Hakî Karer li Goristana Şehîd Dicla a li başûrê bajarê Kobanê bi bîr anîn.

Xelkê Kantona Firatê Şehîdên Meha Gulanê û Şehîdê Tevgera Azadiya Kurdistanê Hakî Karer li Goristana Şehîd Dicla a li başûrê bajarê Kobanê bi pêxistina findan bibîranîn. Her malbatek li ser gorê şehîdên xwe find pêxistin û şehîd hatin bibîranîn.

Piştî ku gel li hev kom bûn, deqeyekê rêz hat girtin, Hevserokê Desteya Jîngehê Arif Balî axivî û diyar kir ku ew ê mîrasa şehîdan bigihînin lûtkeyeke bilind û ew ê her li ser rêya şehîdên xwe bin. Arif got: "Ev meh di dîroka partiya me û Kurdistanê de gelekî girîn e. Bi Hakiyan me dest bi şoreşa xwe kir, vaye bi hezaran şehîdan ji bo azadiya her çar parçeyê Kurdsitanê canê xwe kirine feda û bi hezaran jî li ser rêya Hakiyan dimeşin. Em ê jî bi rêya şehîdên xwe bigîhin serkeftinê û Kurdistaneke azad. Em soz didin ku em ê li her çar parçeyên Kurdistanê bi Rêberê xwe re jiyan bikin."

Piştî axaftinê malbatan find li ser gorê şehîdên xwe pêxistin û şehîdên xwe bi bîr anîn.