ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li kantona Firatê çinîna berhemên salê destpê kir
Li kantona Firatê çinîna dexl û danan destpê kir. Rêveberiya Xweser jî bi buhayekî ku bi dilê cotkaran e berheman dikire. -
Ambargoya Şamê dewam dike
Hikûmeta Şamê di zivistana 2023'yan de nehişt sotemenî derbasî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibe. Niha jî nahêle qumaş derbasî kargeh û febrîqeyan bibe. -
Hem mîrateya çandî diparêze hem jî perwerde dike
Hamûdê Elo ku alav û amûrên ji çanda Kurd li mala xwe kom dike, ji aliyekî ve xwedî li mîrateya çandî ya gelê Kurd derdikeve, li aliyê din jî perwerdeya saz û deng dide zarokan. -
Gel berê xwe da şîna şehîd Viyan Helo
Ji Dêrik, Girê Legê û Çilaxayê bi sedan kesan berê xwe dan şîna Viyan Helo û ji malbata şehîd re sersaxî xwestin. -
Bi tiba xwezayî pêşî li nexweşiyan tê girtin
Ji bo ku li navenda tiba xwezayê ya li Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hatî vekirin, gel jiyaneke bi tendurist bimeşîne rêbazên tedawiya alternatîf pêş têxe. Ji xeynî nexweşiyên şekir û hestî, pêşî li nexweşiyên çerm û îltîhabên laş tê girtin. -
Di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de 17 leşkerên Şamê mirin
Hat ragihandin ku di êrîşa çeteyên DAÎŞ`ê ya li herêma Resim El Kom ê ya çolistana Sûriyeyê 17 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin. -
YRA'yê banga 'azadiya çapemeniyê' li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kir
YRA'yê bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kir û got, "Li hemberî zextên li ser rojnamevanan bêdeng nemînin." -
‘Hêzên ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bêdeng in, dibin hevkarên komkujiyan’
Şêniyên herêmên Şehba û Efrînê diyar kirin ku tevî hêzên Rûs û hêzên hikûmeta Şamê li herêmên Şehbayê hene jî, li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker bêdeng in. Welatiyan anîn ziman ku ew ê nehêlin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê axa wan dagir bikin -
Şervana keleha berxwedanê: Leyla Mûrad
Dayika sê zarokan Leyla Mûrad li gundê Pino li refên herî pêş tevlî berxwedana li dijî çeteyan bû û di rizgarkirina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de bi roleke mezin rabû. -
Kawa Dêrik ê tevlî şerê 92'an bû: Bila PDK êdî dest ji xiyanetê berde
Kawa Dêrik ku sala 1992'an tevlî nava refên gerîla bû û beşdarî şerê ji ber êrîşa PDK'ê bû, bang li PDK'ê kir ku dest ji xiyanetê berde. -
Di bombebarana li Minbicê de ciwanek birîndar bû
Dewleta Tirk gundê Seyadê yê Minbicê bombebaran kir. Di encama êrîşê de ciwanê bi navê Ehmed Elî birîndar bû. -
Hejmara nû ya kovara Ciwanên Şoreşger derket
Kovara Ciwanên Şoreşger a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê (TCŞ) hejmara xwe ya 25'an bi sernavê "Axa xwe li hemberî îxanet û dagirkeriyê biparêzin" weşand. -
Dewleta Tirk a dagirker Şehba û Minbicê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên girêdayî Şehba û Minbicê topbaran kirin. -
Li Helebê berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên xwendin
Gelê Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê her roj Parastinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pirtûkên wî yên cuda dixwînin û têkildarî mijaran nîqaşan dikin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê hat pîrozkirin. -
1’ê Gulanê li Kantona Firatê hat pîrozkirin
Bi boneya 1'ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê li Kantona Firatê şahî hat lidarxistin. Di şahiyê de soza bilindkirina têkoşînê hat dayîn. -
Li Şehbayê 1'ê Gulanê hat pîrozkirin
Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanê û bi dirûşma "Em ê bi hêza karkeran neteweya demokratîk ava bikin, ji Rêber Apo re azadî" şahiyek li dar xist. -
Li Şehbayê encamên hilbijartinan diyar bûn
Kongra Star û PYD encamên hilbijartinên ku duh hatine li darxistin, îro bi daxuyaniyekê eşkere kirin. -
Dewleta Tirk mehekê 91 caran êrîşî Efrîn-Şehbayê kir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe meha Nîsanê herî kêm 91 caran êrîşî Kantona Efrîn-Şehbayê kir. -
Piştî Efrînê li Şehbayê jî karê şitilan dike
Hûriye Mihemed karê xwe yê şitilkariyê ku 25 salan li Efrînê kir, piştî dagirkeriya li Efrînê derbasî Şehbayê kir. Hem Şehba şîn kir, hem jî îsal 120 hezar şitil firot û debara xwe pê kir. -
Li Şehbayê hilbijartinên ji bo diyarkirina namzetan hat lidarxistin
Gelê Efrîn û Şehbayê ji bo diyarkirina namzetên hilbijartinên şaredariyê îro danê sibê berê xwe dan navendên dengdayînê û dengê xwe bi kar anîn. -
Li Efrînê kesek din hat revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundekî navçeya Reco ya Efrînê gundiyek 52 salî revandin. -
HRE: Hevrêyê me Deştî Efrîn şehîd bû
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê wan Deştî Efrîn dema li ser erka xwe bû, şehîd bûye. -
HRE'yê bersiv da: 10 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên bersivdanê yên hêzên wan de 10 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin ku 4 ji wan leşker, 6 jî çete bûn. Her wiha 12 dagirker jî birîndar bûn. -
TEV-DEM'ê bang kir: Di 1'ê Gulanê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bikin
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di peyama xwe ya 1'ê Gulanê de bang kir û got, "Di vê roja dîrokî de em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan careke din bilind bikin."