Hakî Karer li 11 navendên Rojava hat bibîranîn
Şehîdê pêşeng ê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Hakî Karer di salvegera 47’an a şehadeta xwe de li 11 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat bibîranîn.
Şehîdê pêşeng ê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Hakî Karer di salvegera 47’an a şehadeta xwe de li 11 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat bibîranîn.
Îro salvegera şehîdxistina Hakî Karer e ku 18`ê Gulana 1977`an şehîd bûye û ji bo tevgera rizgariya Kurdistanê ev roj Roja Şehîdan e. Bi vê boneyê şêniyên kantona Cizîrê, Tebqa û Helebê şehîdên azadiyê bi bîr anîn.
TIL TEMIR
Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê ya kantona Cizîrê civînek li hola meclisê li dar xist. Bi dehan endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyan, hêzên leşkerî û ewlehiyê tevlî civînê bûn.
Di civînê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Mihemed Eliyat axivî û got: "Gulan, meha şehîdên tevgera şoreşgerî, berdewama berxwedana li hember qirkirin û faşîzmê ye. Ev berxwedan ji berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li hemberî siyasetên Îmraliyê dest pê dike ye."
Eliyat wiha domand: "Heval Hakî ji bo serxwebûna Kurdistanê canê xwe feda kir. Rêber Abdullah Ocalan li ser wî got ew şehîdê me yekemîn û damezirînerê yekemîn ê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Rast e şehîd bû, lê ji me re xeta rastiyê û parastina mîrasa şehîdan hişt."
Di dawiyê de sînevizyonek têkildarî têkoşîna şehîd Hakî Karer hate pêşandan.
TIL BIRAK
Şêniyên Til Birakê jî, ji bo bîranîna şehîd Hakî Karer û 72 şehîdên bajarê Til Birakê merasîmek li dar xist. Di merasîmê de endamê Meclisa Leşkerî ya Til Birakê Urya Efrîn axivî û got: "Em tevahî şehîdan, di serî de şehîd Hakî Karer, bi bîr tînin. Ew ji damezirînerên PKK`ê bû ku 18`ê Gulana 1977`an şehîd bû.”
Urya Efrîn soz da ku rêya şehîdan ta bi serkeftinê berdewam bikin. Piştre li qeyda deng a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî şehîdan û rastiya şehadetê hate guhdarkirin.
Piştî wê, sînevîzyonek li ser 72 şehîdên Til Birakê hate pêşandan.
ŞEDADÊ
Li Şedadê Meclisa Malbatên Şehîdan civînek li hola Meclisa Gel li dar xist û şehîd Hakî Karer bi bîr anî. Endamên saziyan û rêveberiyên sivîl û malbatên şehîdan tevlî civînê bûn.
Di merasîmê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Hakî Karer hate pêşandan. Piştre endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokraîtk (PYD) şaxê Şedadê Mihêdî El Dexîm axivî û got: "Şehîd Hakî dibêje bêyî azadiya Kurdistanê azadî nabe."
Dûre endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Ewde El Hisên axivî û got: "Em bejna xwe li ber şehîdên azadiyê ditewînin. Em ê her roj wan lehengan bi bîr bînin ku ji bo azadiyê û ji bo welatê xwe canê xwe feda kirin."
DIRBÊSIYÊ
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji şêniyên bajêr re civînek li dar xist û di civînê de şehîd Hakî Karer bi bîr anî. Bi dehan şênî, malbatên şehîdan, endamên sazî û meclisên bajêr tevlî civînê bûn ku li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr hat lidarxistin.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Semer El Ebdullah axivî û şehîd Hakî Karer û şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Fermandar, şoreşger û şehîd Heqî, li hember zihniyeta faşîst li ber xwe da û bû sembola berxwedanê."
Semer soz da ku şopdarên rêya şehîdan bin ta ku bi serkeftinê tacîdar bibe.
Di dawiyê de sînevîzyonek li ser Roja Şehîdan hate pêşandan.
TIRBESPIYÊ
PYD`ê şaxê Tirbespiyê ji bo bîranîna şehîd Hakî Karer civînek li hola xwe ya li bajêr li dar xist. Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, şênî, endamên saziyên civaka sivîl tevlî civînê bûn.
Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Silêman Ereb axivî û got: "Tevgera rizgariya Kurdistanê ji bo azadiya gelan têdikoşe û di vê oxira bidestxistina demokrasî û edalelê de, fedakarî kirin."
Di bîranîna şehîd Hakî de Silêman Ereb got: "Ji hevalên pêşîn bû ku berpirsyariya têkoşînê hilda ser xwe. Li hember siyasetên dijminane li gel Rêber Abdullah Ocalan têkoşiya. Şehîd bû û bû minareya azadiyê û sembola têkoşîna ber bi azadiyê ve."
ÇILAXA
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr, civînek li navenda Çand û Hunerê ya li rojavayê bajêr li dar xist. Bi dehan şêniyên bajêr û bajarokên wê, malbatên şehîdan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl û xizmetguzarî, tevgera ciwanên şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, nûnerên hêzên leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, partî tevlî civînê bûn.
Endamê Komîteya Parastina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kanan Berakat axivî û got: "Bi saya şehîdan em li vir in û ev roja pîroz bi bîr tînin."
Kanan wiha domand: "Şehîd, pêşengên me yên manewî ne û divê em wefedarê rêya wan û têkoşîna wan bin."
Piştre sînevîzyonek têkildarî şehîdan û dîmeneke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema wateya Roja Şehîdan şîrove dike, hatin pêşandan.
DÊRIK
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê li stada Kornîş merasîmek li dar xist. Bi sedan şêniyên bajêr tevlî bûn.
Di merasîmê de sînevizyonek têkildarî axaftina Rêber Abdullah Ocalan a li ser rola şehîdan di bidestxistina aramiyê û ewlehiyê de û jiyana şehîd Hakî Karer hate pêşandan.
TIL HEMÎS
Li Til Hemîsê jî, bi dehan şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl, partî, rûspiyên êlên ereb, li hola Navenda Çandî ya bajêr şehîdên azadiyê û Hakî Karer bi bîr anîn.
Endamê Koordînasyona TEV-DEM`ê şaxê Qamişloyê Cûdî Ayid Îbrahîm axivî û got: "Şehîd Hakî Karer, hevalê Rêber Abdullah Ocalan bû û fikrên wî belav kirin. Zulm qebûl nekir û şerê koletiyê kir."
Ayid fedakariyên şehîdan û şehîd Hakî silav kir û got divê her kes şopdarên rêya şehîdan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bin ku tevahî pêkhate kir yek.
QAMIŞLO
Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişloyê ji bo bîranîna şehîd Hakî Kerar civînek bi amadebûne sedan kesî li Hola Melekiya li dar xist.
Hevseroka Meclisa Bajarê Qamişlo Horiya Şemdîn şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bingehê fikir û felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir. Em ê bi vê felsefeyê şoreşê bidomînin."
Horiya soza şopandina xeta şehîdan da.
Piştre sinevîzyonek li ser şehîd Hakî Karer hat dayîn. Civîn bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.
TEBQA
Li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê jî ji bo bîranîna şehîd Hakî Karer civînek hat lidarxistin. Nûnerên saziyên Rêvveberiya Xweser, partiyên siyasî, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya û rêxistinên civaka demokratîk beşdarî civînê bûn.
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Cirniye Fatima El Hemûd axivî û diyar kir ku şehîd Hakî Kerar şehîdê yekemîn ê PKK’ê ye di rewşên herî zor û zehmet de li ber xwe da.
Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê Sozdar Ehmed anî ziman ku şehîd Hakî Karer mînaka lehengî û fedakariyê bû, ji bo azadiyê canê xwe da.
Sozar soza şopandina xeta şehîdan da.
Di dawiyê de mûm li ber wêneyên şehîd Hakî Karer hatin pêxistin û dirûşma "Şehîd namirin" hatin berzkirin.
HELEB
Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi amadebûna malbatên şehîdan civînek li hola 8’ê Adarê ya li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê li dar xist.
Di civînê de sinevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Hakî Karer hat pêşandan. Di dawiyê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.