Roja Yekşemê wê li navçeya Neugraben a Hamburgê ji bo şehîda enternasyonalîst Kelly Frengang (Tîjda Zagros) merasîmeke bîranînê were lidarxistin. Beriya merasîma bîranînê wê li Stasyona Trênê ya Navendî ya Hamburgê jî meşek were lidarxistin.
Li gorî agahiyên organîzatoran meşa ku wê ji bo gerîlaya YJA Starê Kelly Freygang (Tîjda Zagros) ku di 29’ê Hezîrana 2025’an de di encama êrîşa SIHA’yan ên dewleta Tirk de li Kurdistanê tevlî karwanê şehîdan bûbû were lidarxistin, wê 29’ê di Hezîranê roja Yekşemê saet 12.00’an de li Hachmannplatzê dest pê bike. Piştî meşê wê li Hamburg-Neugrabenê (Im Neugrabener Dorf 40, 21147 Hamburg)di saet 14.00’an de merasîmeke bîranînê were lidarxistin.
Komîteya amadekariyê ji ANF’ê re axivî û ev yek anî ziman: ‘’Em dixwazin Kelly li bajêr were xuyakirin. Kelly ji Hamburgê bû û beriya tevlî Tevgera Azadiya Kurdan bibe li vir dijiya. Hikûmeta Federal îdîa dike derbarê ‘bûyera Kelly Freygang’ de tu agahiyên wan nîne. Em dizanin ku ev yek ne rast e. Kelly ne ‘bûyerek’ bû, heval û hevrêya me bû. Wê di nava refên têkoşîna azadiya Kurdan de jiyana xwe ji dest da. Weke xizm û hevalên wê yên têkoşînê em dixwazin êşa xwe û hêrsa xwe bi hev re parve bikin. Ji ber vê yekê em ê bi meşa şînê û merasîma bîranînê Kellyê bi hev re bi bîr bînin.’’
KELLY FREYGANG KÎ YE?
Kelly Freygang, di sala 1993’yan de li bajarê Hamburgê ji dayîk bûye. Di dema xwendina hiqûqê de Tevgera Azadiya Kurdan nas dike û bi şerê li Rojhilata Navîn û bi taybetî jîbi şerê li Kurdistanê re eleqedar dibe. Rola pêşeng a jinan a di nava gerîlayan de û têkoşîna bibiryar ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê, bi taybetî jî berxwedana Kobanêgelekî bandorê lê dikin.
Kelly Freygang tevgera azadiyê li hemberî pergala kapîtalîst weke alternatîfekê dibîne û di sala 2017’an de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê dibe. Kelly Freygang a ku tevlî refên Yekîneyên Jinên Azad (YJA Star) dibe, ji sala 2021’an pê ve beşdarî xebatên Hêzên Taybet dibe. Her dawiyê jî li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a Zapê têkoşiya.