Cenazeyê şervanê QSD’ê Mezlûm Qamişlo hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Mezlûm Qamişlo yê di êrîşa terorîstî ya bajarê Şihêl a Kantona Cizîrê birîndar bibû û piştre şehîd bû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Qamişlo (Basil Lorans El Hiso) yê di êrîşa terorîstî ya bajarê Şihêl a Kantona Cizîrê birîndar bibû û piştre şehîd bû, li Qamişlo hat veşartin.

Di merasîmê de endama rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan û dayika şehîd Feysel, Fatme El Casim axivî û got: "Hevgirtina gelê herêmê bi QSDˊê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re nîşana serkeftina li dijî planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye. Me ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku em bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb û Suryan yek in. Em bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku xwediyê projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş e bawer in."

Fatme El Casim diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAÎŞˊê nikarin vîna gelê berxwedêr ê azadîxwaz û demokratîxwaz têk bibin.

Yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Qamişlo Ednan Mehmûd axivî û got: "Şehîdên me di oxira doz, welat, azadî û rûmetê de giyanê xwe li dijî alên reş û dagirkeran da."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd Basil Lorans El Hiso hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Sibe li pêş Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo saet 10:00ˊan merasîm sersaxiyê tê lidarxistin.