Li Minbic û Şehbayê êrîşên dagirkeriyê: 2 zarok birîndar bûn

Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Minbicê bombebaran dike û di bombebarana li Şehbayê de jî 2 zarok birîndar bûn.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk didomin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Toxar û Catê yên kantona Minbicê bombebaran dike. Hat zanîn ku herî kêm 20 topên hewanan li gund ketine.

Li herêmê liv û tevgera balafira keşfê didome.

ZAROK BIRÎNDAR BÛN

Deweta Tirk a dagirker û çeteyên gundên Simûqa, Til Medîq, Til Cîcan û Bendava Şehbayê yên kantona Efrîn-Şehbayê bi obîs û hawnan topbaran dikin.

Di encama topbaranê de 2 zarok jî di nav de hejmareke welatiyên di nava zeviyên çandiniyê de dixebitin birîndar bûn.

Navên birîndaran wiha ne: Faris Xelef Îbrahîm (13) û Meter Fadil Îbrahîm (14).Li gorî agahiyan birîna Faris giran e.

Topbarana li ser deverên navborî dewam dike. Di heman demê de balafirên keşfê li ser kantona Efrîn-Şehbayê digerin.