BI DÎMEN

Rayedarên Kantona Efrîn-Şehbayê li nexweşxaneyê serdana zarokên birîndar kirin

Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn-Şehbayê serdana 2 zarokên li nexweşxaneyê kirin ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker duh di saetên sibehê de gundên  Simûqa, Til Medîq, Til Cîcan û Bendava Şehbayê û Um Hoş yên girêdayî kantona Efrîn-Şehbayê bi obîs û hewanan topbaran kirin. Di encama topbarana li ser Bendava Şehbayê de zarokên bi navên Duha Hesen (16), Xedîce Îsmelî (15), Meter Îbrahîm (14) û Faris Îbrahîm (13) birîndar bûn.

Duha Hesen û Xedîce Îsmelî duh piştî dawî birin rewşa wan baş bû, vegeriyan malên xwe. Meter Îbrahîm ê li lingê xwe ve birîndar bûye û Faris Îbrahîm jî y ji lingê xwe yê çepê bûye li Nexweşxaneya Avrîn a bajarokê Fafînê tedawiyê didomînin.

Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn-Şehbayê serdana her du zarokên birîndar kirin.

Şande ji hevserokên Meclisa Rêveber a Kantonê Melek Hisên û Bekir Elo û hevseroka Desteya Tenduristiyê Eliya Mihemed pêk dihat serdana zarokên birîndar kirin, rewşa wan pirsî û silametiyê ji xwe re xwestin.

Piştre endamên şandeyê bi beşdarbiya xebatkarên Nexweşxaneya Avrîn daxuayniyek li pêşiya nexweşxaneyê da.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Efrîn-Şehba Bekir Elo daxuyanî da, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kantona Efrîn-Şehba şermezar kir. Bekir Elo got da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker rojane herêma Şehbayê topbaran dike û sivîlan dike armanc, bi hatina mewisma çinînê re êriş zêdetir bûne.

Bekir Elo anî ziman ku ev êriş sûcên dijî mirovan e û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker  ku di nava şikestinê de tengav bûyem bi van êrişan dixwaze vîn û berxwedana gel têk bibe. Lê belê gelê me wê li Şehba bi israr li ber xwe bide û têkoşîn bike."

Bekir Elo şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest û bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bipirsin.